PDK’ê 272 roj in rojnamevan Ehmed dîl girtiye

Edîtorê Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
PDK’ê 272 roj in rojnamevan Ehmed dîl girtiye

Edîtorê Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karî hevdîtinê pê re bikin. Silêman Ehmed 272 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.

22’yê Gulanê destûr hatibû dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kiribû. Lê dadgehê bi hinceta dadger ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, dadgeh taloqî 29’ê Tîrmehê kiriye.