Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Tecrîda ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, bi israr didome.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Tecrîda ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, bi israr didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha parêzeran ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê li cem Ocalan girtî jî ne serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê adara 2021'an ve ji Ocalan agahî nayê girtin.