Ok: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê didin Rêbertî

Sabrî Ok di bernameya taybet a Stêrk Tv de axivî û diyar kir ku ew tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nastînin, ti têkiliya wî bi derve re nîne û got “Lê em dizanin ku wextekê dewleta...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Ok: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê didin Rêbertî

Sabrî Ok di bernameya taybet a Stêrk Tv de axivî û diyar kir ku ew tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nastînin, ti têkiliya wî bi derve re nîne û got “Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin 'Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî. Kêzikên ku cesedê de bixwin jî wê bi jehrê bimirin.’ Dîsa ji Rêber Apo re gotibûn ‘Tu yê roj bi roj bimirî, lê wê haya te jê tunebe’. Binêrin Rêber Apo kesekî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye lê her roj rastî van êşkenceyan tê. Mafê Rêber Apo yê qanûnî yê nameyan qedexe ye, lê nameyên bi vî rengî serbest in. Ev tê çi wateyê? Bi psîkolojiya wî bilîze, bi tenduristiya wî ya ruhî bilîze, bi tenduristiya wî ya fîzîkî bilîze da ku Rêber Apo ji rastiya xwe qut bibe û rola xwe bi cih bîne. Ev dewleteke wisa hovane ye. Li hemberî vî tiştî qetlîam jî sivik dimîne. Tu dewletek wisa nake bi tenê dewletên çete wisa dikin. Divê ev tişt di