NY'yê der barê dorpêça Xezayê de hişyar kir

Philipe Lazzarini li Qûdsê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Dema ku em diaxivin, li Xezeyê mirov dimirin, ne tenê bi bombeyan û êrîşan, her wiha ji ber dorpêçiya li ser Xezeyê wê gelek mirov...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
NY'yê der barê dorpêça Xezayê de hişyar kir

Philipe Lazzarini li Qûdsê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Dema ku em diaxivin, li Xezeyê mirov dimirin, ne tenê bi bombeyan û êrîşan, her wiha ji ber dorpêçiya li ser Xezeyê wê gelek mirov demeke nêzîk bimirin."

Lazzarini got, "Xizmetên bingehîn têk diçin, derman namînin, xurek û av namînin."

57 xebatkarên UNWRA mirin

Ji destpêkirina şer û vir ve 57 xebatkarên ajansa penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî jiyana xwe ji dest dan.

Lazzarini diyar kir ku li Şerîda Xezeyê pêwîstî bi alîkariya 'girîng û timî' ya lezgîn heye.