#NûçeyekêJîTuBişîne

Di 25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê hatibûn binçavkirin û di 29'ê cotmehê de...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
#NûçeyekêJîTuBişîne

Di 25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê hatibûn binçavkirin û di 29'ê cotmehê de 9 ji wan hatibûn girtin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê kampanyaya piştgiriyê dan destpêkirin.

Kampanyaya ji bo piştevaniya nûçegihanên hatine girtin bi dirûşmeya “NûçeyekêJîTuBişîne” hate destpêkirin. Rojnamevan, nivîskar û rewşenbîr; bi nûçe, hevpeyvîn û nivîsên xwe dikarin piştgiriyê bidin.

Navnîşanên ku nûçe û nivîs jê re bên şandin wiha ne:

mezopotamyamerkez@gmail.com û haberjin21@gmail.com