Newroz ji bo kurdan çi îfade dike?
Newroz xwedî dîrokeke gelek kevnare. Em dema li baweriya Zerduştî meyîze dikin, em pîrozbûna agir dibînin. Di baweriya Zerduşt de, agir bi navê Ahûra Mazda tê pênasekirin.

Newroz xwedî dîrokeke gelek kevnare. Em dema li baweriya Zerduştî meyîze dikin, em pîrozbûna agir dibînin. Di baweriya Zerduşt de, agir bi navê Ahûra Mazda tê pênasekirin. Îfadeya başî, ronahî, edalet, xweşî, wekhevî, hevgirtin, yekîtî û hwd e. Ev jî tê wateya ku agir sembola şerê bi xirabiyê re ye. Tekoşîn û berxwedaniya ku li beramberî hemû helwestên li dijî nirxên mirovahî û civakbûnê ye. Gelê kurd jî her dem bi vê baweriyê re, jiya ye. Her çend desthilatdaran xwestibin vê baweriyê di nava gel de bêbandor û bêreng bikin jî, lê heya niha em dibînin ku gelê kurd bi heman sembol ji bo hemanan tekoşiya ye.
Di çîroka Kawayê Hesinkar de jî em heman tiştî dibînin. Ji ber ku Kawa zilma qiral Dehaq qebûl nake, li dijî wî serî radike. Vê serkeftinê bi agirê Newrozê pîroz dike. Gelê kurd heya niha bi vêpîrozbahiyê, agirê Newrozê geş hiştiye. Cihê ku zaliman destûra pîrozkirinê nedabin û qet ji bo pîrozkirinê derfet nehiştibin jî, gelê kurd bi agirê bedena xwe cejna Newrozê pîroz kirine. Gelê me bawer dike ku heta agirê Newrozê hebe wê deshilatdar nikaribin bi ser bikavin.
Li rojhilatê Kurdistan û Îranê jî agir wekî sembola berxwedan û tekoşînê tê pênasekirin. Ji ber vê yekê jî desthilatdaran her dem ji bo ku vê berxwedanê têk bidin, destûr nadin ku gel agirê Newrozê bi çanda xwe geş bikin û Newroz pîroz bikin. Rejîma desthilatdar a Îranê, hewl dide ku Newroz bi şêwazekî biçûk bixe. Dixwaze ku vê çandê ji holê rake. Ji ber vê yekê jî destûr nade ku pîrozbahiya Newrozê bi girseyî were pîrozkirin. Dixwazin bi vê şêwazê çanda gelên Îranê, ji holê rakin û pîrozbahiya Newrozê û kombûna gelan, di hundirê malan de bigrin . Li gel ku Newroz li Îranê fermiye û serê salê îfade dike jî, lê rejîma desthilatdar a Îranê bi qedexeyên nû re dixwaze ku, ev çanda kevnar ya rojhilatê Kurdistan û Îranê ji holê rake. Li vê derê pirsek derdikeve pêşiya me. Em dikarin bêjin bi hatina Îbrahîm Reîsî re, rewşa jinan û çanda gelan roj bi roj gelo xirabtir dibe?
Em dibînîn ku berê çiqas zext jî hebûn, lê dîsa jî rojên wisa pîroz ên wekî Newrozê dihatin pîrozkirin. Lê Îbrahîm Reîsî, li vê derê, tenê kujerê gelan nîne. Bi vî şêwazî dibe kujerê çandan jî. Pêwîste ku helwestên gel li beramberî van qirkirinan çi bibe? Kawayê Hesinkar, çawa ku li hemberî zilma Dehakan serî hilda, gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê jî divê wekî Kawayê Hesinkar, bibin Kawayê gelan û li dijî wan Dehakan serî rakin. Rejîma Îran bi salan e her tim hewil da ku li pêşiya pîrozkirina Newrozê bibe asteng. Lê nekarî vê yekê pêk bîne. Vê carê ji bo ku bêbandor bike îsal got gel dikare Newroz pîroz bike û bi teybet bajarê sine wek navenda pîrozkirina cejna Newrozê destnîşan kir. Ji bo Newroz rengê xwe ya siyasî dernexîne holê û wek helwest li beramberî dewletê dernekeve ev yek kir. Ji xwe ji bo pîrozbahiyê şert daniye. Rejîma Îran bi şertên ku rengê neteweyî, helwestê siyasî, rengê kesk, sor û zer bi kar neyê pîrozkirina Newrozê serbest dike. Lê ji her salê zêdetir îsal gel bi coş û kelecaneke mezin deng û


