Namzetên DEM Partiyê serdana esnafan kir

Rêxistina DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafan ziyaret kir. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Dêrsimê îro esanaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Namzetên DEM Partiyê serdana esnafan kir

Rêxistina DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafan ziyaret kir. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Dêrsimê îro esanaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera DEM Partiyê Namzerên Hevşaredariya DEM Partiyê yên Dêrsimê Birsen Orhan û Cevdet Konak bi hevre esnaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Parlamenter û namzetan diyar kirin ku divê xisarên qeyûm bûne sedem bê bidawîkirin û got loma jî pêdivî bi dengên gel heye. Piştre esnafan bal kişandin ser pirsgirêkên xwe. Esnafan diyar kirin ku sûka binê erdê dilopan dike û loma jî xwestin bê xerakirin û bibe otopark.