MİT'ê 3 kesên efrênê revandin

Li gorî çavkaniyekî  ji navçeya Mabata ya Efrînê ku agahî dane ajansa ANHA’yê, Îstîxbarata dewleta tirk (MÎT) bi beşdariya çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ bi ser çend malên welatiyên gundê Kitix de...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Li gorî çavkaniyekî  ji navçeya Mabata ya Efrînê ku agahî dane ajansa ANHA’yê, Îstîxbarata dewleta tirk (MÎT) bi beşdariya çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ bi ser çend malên welatiyên gundê Kitix de girt û 3 welatî revandin ku yek jî jin e.

Li gorî heman çavkaniyê, navîn kesên ku revandine wiha ye: Cîhad Omer Heyder, Ebdu Elî Heyder û Asya Ehmed Heyder. Ew welatî bi hinceta beşdarî serhildana Cindirêsê bûne, hatin revandin.

Hêjayî gotinê ye ku  heman çavkaniyê diyar  kir ku piştî çeteyan 250 dolar wergirt, ew kesên revandibûn serbest berdane.

MÎT′ê beriya vê yekê bi hincet û tawanên derve 3 caran Asya Ehmed Heyder revandibû. Her carê malbatê fîdye li hember serbestberdanê dida.