MÎT’ê li Efrînê 2 welatî revandin

Endamên MÎT’ê û komên hêzên çekdar li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, 2 welatî revandin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
MÎT’ê li Efrînê 2 welatî revandin

Endamên MÎT’ê û komên hêzên çekdar li Efrînê ya ku ji 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, 2 welatî revandin. Çavkaniyek xwecih diyar kir ku endamên MÎT’ê û çeteyên wê yên navê polîsên leşkerî li xwe dikirin, di 22’yê Tîrmehê de welatiyê bi navê Mihemed Îzet Koçer ê ji bajarê Cindirêsê revand. Li gorî heman çavkanî, çeteyên ’SultanSilêman Şah’, ’Emşat’ û ’Hemzat’ di 24’ê Tîrmehê de jî welatiyê bi navê Îsa Xelef ê 55 salî revandin.

Çavkanî diyar kir ku Îsa Xelef ji gundê Ziyaretê ye, bi hinceta ku pezê xwe li nêzî baregeha çeteyan diçêrîne li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hat revandin.