Mihrîcana Govendên Kurdistanê destpê kir
Merasîma 34’emîn Mihrîcana Govendên Kurdistanê li bajarê Almanya Hannoverê destpê kir.

Merasîma 34’emîn Mihrîcana Govendên Kurdistanê li bajarê Almanya Hannoverê destpê kir.
Merasîma ku wê ji Almanya, Swîsre û Fransayê 23 komên folklorê beşdar bibin, sibe wê bi pêşbirka folklorê dewam bike.
Ji neteweyên alman û neteweyên din, gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axaftina vekirinê kir û got: “Dewleta tirk a mêtinger herî zêde dixwaze bi rêya ziman û çandê gelê Kurd asîmîle bike. Em li dijî asîmîlasyonê xwedî li çanda xwe derkevin.”


