Meşên dijî komployê li 6 bajar û navçeyên herêmên Cizîrê û Firatê dest pê kirin
Bi dehezaran pêkhateyên herêma Cizîrê, li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan li navçeyên Girkê Legê, Dêrikê yên Qamişlo, navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê dest bi meşê kir.

Bi dehezaran pêkhateyên herêma Cizîrê, li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan li navçeyên Girkê Legê, Dêrikê yên Qamişlo, navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê dest bi meşê kir.
Meş bi dirûşmeya “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” tê lidarxistin. Di meşan de wêneyên rêber Ocalan hatine bilindkirin û bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” , “Na ji tecrîdê re” û “Bê Serok Jiyan Nabe” tên berzkirin.


