Memê û Zînê

Lewre folklor û mîtolojiya rehên ziman û gelan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û çîrokê ew gelî dertêne ser rûyê erdê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal in.

•
2 deqe xwendin
•Editoryaya Beşa Çandê
Memê û Zînê

Lewre folklor û mîtolojiya rehên ziman û gelan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û çîrokê ew gelî dertêne ser rûyê erdê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal in. Wekî di Şahnameya Kurdî de behsa Rustemê Zal bi çendîn cûreyan tê kirin, her wiha destana Memê Alan jî bi çend şiklan hatiye gotin û bi dengbêjkî jî hatiye stran. Her wiha di zargotina kurdan de nexasim Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û helbet Qanatê Kurdo ev destan jî qeyd û zebt kirine çawa ku Roger Lescot ji çend dengbêjan heman destan derbasî nivîsê kiribû. Ehmedê Xanî yê direwşen, berhema Mem û Zîn li ser vê destanê bi cîhanbîniya xwe ava û ebedî kir.

Emînê Evdal, Memê û Zînê zehf di cî de wekî Poêma Cimaeta Kurd bi nav kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û bihîstinên xwe ev berhem bi qaydê û usûlên nezmê daye rûniştandin. Emînê Evdal ê etnograf, pedagog, zana û helbestkar, li gel Heciyê Cindî ew pirtûka mezin, Folklora Kurmanca, ji havênê zargotina kurdî rakirine ser piyan. Lewma jî ev poêm, ev berhema han enemir ji destê Emînê Evdal zehf rihet kamil bûye ku piştî deh salan xwe gîhandiye vî berî zimanê me yê qedîm. Ev pirtûka helbestan a Emînê Evdalê ya Memê û Zînê ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Bêguman her berhemeke kurdî di bingeha xwe de ji bo wêje û dîroka kurdî gelekî girîng e.