Marc Neve: Girtina Ocalan a demdirêj nayê qebûlkirin
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertê giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 3 sal in ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertê giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 3 sal in ji Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin. Bi armanca şikandina tecrîda giran û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan, dostên Ocalan di 10’ê cotmehê li 74 navendên cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan û hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de saziyeke pêşeng ku ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bang lê hatiye kirin, Komîteya Pêşîgirtin Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye ku dikare biçe Îmraliyê. Paşeroj û berpirsyariya tecrîdê bi giranî di destê CPT’ê de ye. Lê CPT rapora serdana xwe ya dawî ya ji bo Îmraliyê ya di îlona 2022’yan hê jî aşkere nekiriye û li hemberî bangên bidawîkirina tecrîdê yên li seranserê cîhanê bêdeng e. Ji bilî raporên CPT’ê yên li ser serdanên li Îmraliyê, naveroka van hevdîtinan tim hatin veşartin. Rojnameger Serkan Demîrel bi parêzerê Belçîkayê


