Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê re hevdîtin kir

Malbata Şenyaşar, di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re hevdîtin kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê re hevdîtin kir

Malbata Şenyaşar, di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re hevdîtin kir.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ê ji êrişan bi birîndarî xelas bû li Enqereyê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin.

Malbata Şenyaşar di çarçoveya Nobeta Edaletê de bi Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan re li Navenda Giştî ya TBB’ê hatin cemhev. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Ferît Şenyaşar komkujiya jiyan û têkoşîna edaletê ya 5 salan vegot. Şenyaşar, qala girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî kir. Sagkan jî anî ziman ku têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar dizanin û ew bi xwe jî dê danişînên dozê yên ji niha şunde bişopîne.