Polîsan li Wanê 7 jê zarok 20 kes binçav kirin
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 7 jê zarok nêzî 20 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Hate hînbûn ku der barê kesên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re hatiye bisînorkirin.


