Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarok giran e
Duh bi şev li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn ê paşnavê wî nehat zanîn xist.

Duh bi şev li navenda Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî 12 salî yê bi navê Tajdîn ê paşnavê wî nehat zanîn xist. Li ser agahdarkirina welatiyan, ambulans hatin cihê bûyerê û zarok Tajdîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Ji ber ku rewşa zarok Tajdîn giran bû, sewqî Nexweşxaneya Êlihê hate kirin.


