Li ser banga Sedir xwepêşandêr xwe ji qadê vedikişînin
Muqteda El Sedir bang li alîgirên xwe kir ku di nava 60 xulekan de dawî li xwepêşandanên xwe bînin û vegerin malên xwe.
Muqteda El Sedir bang li alîgirên xwe kir ku di nava 60 xulekan de dawî li xwepêşandanên xwe bînin û vegerin malên xwe. Sedir nerazîbûna xwe ji xwepêşandanan da xuyakirin û got ku gelê Iraqê ziyanê ji van xwepêşandanan dibîne. Sedir di daxuyaniya xwe de wiha got: “Şoreşa ku pişta xwe dide tundî û kuştinê ew ne şoreş e, welatê me yê ku hêsîrê bêrêtiyê bû niha bû hêsîrê bêrêtiyê û tundiyê”
Sedir di daxuyaniya xwe de spasiyên xwe ji bo Hêzên Ewlekariyê ên Iraqê û şervanên Heşd El Şabî pêşkêş kir û got ku helwesta wan helwesteke rêzdar bû.
Li gorî nûçegihanê Skey Newsê piştî daxuyaniya Sedir alîgirên wî kom bi kom ji qadan vedikişin. Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî spasiya Sedir kir û wiha got: “Ev banga Sedir bangeke niştimanî ye banga parastina xwîna iraqiyane.”


