Li Rihayê polîsan di serdegirtina malan de ciwanên HEDEP’ê binçav kirin

Îro danê sibehê polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girtin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Rihayê polîsan di serdegirtina malan de ciwanên HEDEP’ê binçav kirin

Îro danê sibehê polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Enes Rakim û Muhammed Ozkan hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku bi ser malên endamê Meclisa Partiyê (PM) ê HEDEP’ê Muhammed Ayten û rêveberiya HEDEP’a Rihayê Fîlînta Aras de jî hatiye girtin lê ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçavkirin.

Sedema binçavkirinan nehat zanîn û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.