Li Meletiyê êrîşî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
Li Meletiyê karkerên ku ji Agiriyê hatibûn kar, dema li gundê Guzenek ê bi ser navçeya Çirmiktîya Meletiyê ve tadîlata dibistana ku di erdhejê de xesar dîtibû dikirin, ji aliyê şeniyên gund û...

Li Meletiyê karkerên ku ji Agiriyê hatibûn kar, dema li gundê Guzenek ê bi ser navçeya Çirmiktîya Meletiyê ve tadîlata dibistana ku di erdhejê de xesar dîtibû dikirin, ji aliyê şeniyên gund û cerdevanan ve bi êrişa çekdarî re rû bi rû man û di encama êrişê de 3 karker birîndar bûn. Me xwe gihand karkerên ku bi êrişê re rû bi rû man e û dan zanîn ku 2 ciwanên li gund du ciwanên ku di konteynerê de dizî kirine hişyarî dane wan û li ser vê yekê agahî dane keyayê gund û gilî kirin e.
Li ser vê yekê duh evarê seat li derdora 6 û 7'an şêniyên gund bi çekên otomotîk êrişî konteynera karkeran kirin e û 3 karker bi giranî birîndar bûne. Hat zanîn ku karkerên birîndar rakirine nexweşxaneyê. Her wiha karkeran da zanîn ku cerdevanên gund jî li cihê bûyerê bûne û li şûna ku mudaxileyî êrişkaran bikin, heqaret li wan kirin e.
Piştî bûyerê polîs jî çûne cihê bûyerê û karker bi vî awayî ji gund derkistine û derbarê êrişê de lêpirsîn dane destpêkirin. Hat diyarkirin ku kesê bi çifteya otomotîk êriş biriye ser karkeran kesê bi navê Bulutcan Soylemez e û ew hê nehatiye girtin. Karkeran anî ziman ku wan derbarê êrişê de gilî kirine û hevalên wan ên birîndar bûne jî niha rewşa wan baş e.


