Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin

Li gundê Delavêqesrê û taxên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve polîs û leşkeran avêtin ser malan.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin

Li gundê Delavêqesrê û taxên bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve polîs û leşkeran avêtin ser malan. Di serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel, welatiyên bi navê Hakim Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 5 kesên hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê daye destpêkirin de hatine binçavkirin.

kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.