Li her derê ‘Her dem kurdî her der kurdî’

Bertek û nerazîbûnên gel ên li dijî qedexe û astengiya li ser çand û zimanê kurdî her ku diçe mezin dibe.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Li her derê ‘Her dem kurdî her der kurdî’

Bertek û nerazîbûnên gel ên li dijî qedexe û astengiya li ser çand û zimanê kurdî her ku diçe mezin dibe. Piştî ku polîsan nivîsên kurdî yên “Hêdî” “Pêşî peya” bi fermana walîtiyan jêbirin, bertek û nerazibûnên gel zêde dibin. Sazî û rêxistinên kurdan li her derê kampanya “Her dem kurdî li her derê kurdΔ dane destpêkirin. Li Wanê jî di çarçoveya bertekên li dijî qedexeya ziman de li gelek kolan û taxan nivîsên “Her der kurdî, her dem kurdî” nivîsandin.