Li Geverê leşker daran dibirin û deriyên malan dişikînin

Di 3’yê adarê de li gelek gund û gundikên bajarokê Bajêrge yê navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê Fermandariya Jendermeyan a Geverê ve operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Li Geverê leşker daran dibirin û deriyên malan dişikînin

Di 3’yê adarê de li gelek gund û gundikên bajarokê Bajêrge yê navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê Fermandariya Jendermeyan a Geverê ve operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Ev operasyonê hê jî didome. Li vê operasyona ku li gundên Şîşemzîn, Xurekan a Seyîda, Xurekan a Temo û qada Astenga Reş ên girêdayî Bajêrgeyê hatibû destpêkirin gundên Dirbêsan û Dotkanê jî lê hatin zêdekirin.

Gundê Qesranê ji hêla bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û leşkerên li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê dihatin sekinandin jî ji bo herêmê hatin veguhestin. Operasyona leşkerî ku li Qesran û 6 gundên din tê domandin, xelkê herêmê mexdûr dike.

Gundê Qesranê ev 7 sal in weke “Herêma ewlekariya taybet” hatiye ragihandin. Li gorî agahiyan; leşker bi wesayîtên zirxî li pêşiya malan disekinin. Hat ragihandin ku leşkeran li qadên Mêvan Ava, Dola Gota û Çiyayê Kotolê fotokapan bi cih kirine. Operasyona li gundê Qesranê hatiye destpêkirin, li gorî rêzê li gundên Şahê, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal, Êlêû li gelek mezrayan hate berfirehkirin.

Gundê Êlê, di 17’ê adarê de weke “Herêma ewlekariyê ya taybet” hate ragihandin û li gund tenê 4 malbat dijîn. Hat ragihandin ku leşkeran derî û pacên malan şikandine û lêgerîn kirine. Her wiha li gundên Êlê, Pagenk û Kawle Gund jî leşkeran operasyon berfirehtir kirine û li dora gundên navborî wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkeran li mêrgên gundên navborî kon vegirtine.

Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku leşkeran dêra ermenan a li gundê Êlê veguherandine klûbeya nobetê. Li hêla din, hat ragihandin ku leşkeran li gundên Kawle Gund, Pagenk û Êlê darên welatiyan ên gûz û sêvan birîne û şewitandine.

Dema leşkeran dar birîne û deriyên malan şikandine, welatiyekî hewl daye van kêliyan bi telefona xwe bikişîne lê leşkeran dest danîne ser telefona wî.