Li Geverê Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan vê sibehê avêt ser malan û gelek ciwan kirin binçavan. Polîsên tîmên taybet dema avêt ser malan derî û şibakeyan şikandin û li malan lêgerîn pêk anîn.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Li Geverê Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan vê sibehê avêt ser malan û gelek ciwan kirin binçavan. Polîsên tîmên taybet dema avêt ser malan derî û şibakeyan şikandin û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan bi saetan tundî ango îşkence li ciwanan kirin. Hat zanîn ku polîsan bi qûndaxa sîlehan, pehîn û kulman li welatiyan dane. Hat diyarkirin ku polîsan li malê bi saetan li Mustafa Bor dane. Hat zanîn ku binçavkiriyan birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.

Navên hin kesên hatine hînbûn wiha ne: Demhat Kurt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Ûgûr Şedal, Mustafa Bor.