Li Farqînê polîsan 3 kes binçav kirin

Îro di danê sibehê polîsan li navçeya Farqîn a Amedê bi ser malan de girtin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Farqînê polîsan 3 kes binçav kirin

Îro di danê sibehê polîsan li navçeya Farqîn a Amedê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Hebûn Erîmfîl, Toprak Karsu û ciwanê bi navê Mehmet ku paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û hat diyarkirin ku her 3 kes birine Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê.