Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn çêbû

Li fabrîkaya madeyên teqemenî û roketan a Saziya Endusriya Makîne û Kimyayê (MKE) ku li taxa Tatlica ya navçeya Elmadagi ya Enqereyê ye teqîn rû da. Dengê teqînê ji gelek cihan hat bihîstin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn çêbû

Li fabrîkaya madeyên teqemenî û roketan a Saziya Endusriya Makîne û Kimyayê (MKE) ku li taxa Tatlica ya navçeya Elmadagi ya Enqereyê ye teqîn rû da. Dengê teqînê ji gelek cihan hat bihîstin. Piştî teqînê ji fabrîkayê duman hilkişiya.

Gelek ambulans, tîmên AFAD û agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li hundirê fabrîkayê xebata lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike. Hat diyarkirin ku mirî û birîndar hene.

5 kes mirin
Wezareta Parastinê diyar kir ku di fabrîkaya Roket û Teqemeniyê ya MKE'yê de teqîn rû daye û ragihand ku di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.