Li Efrînê çeteyên “Ehrar El Şam” û “Ebû Emşat” bihev ketin
Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ku ji çavkaniyên xwecihî girtiye, duh êvarê li Çarexerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên “Ehrar El Şam” û çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ên Tirkmen...

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê ku ji çavkaniyên xwecihî girtiye, duh êvarê li Çarexerêya Kawa ya li navenda bajarê Efrînê di navbera çeteyên “Ehrar El Şam” û çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ên Tirkmen ku wekî “El Emşat” tên nasîn şer derketiye û belavî Çarxerêya El Qeban bûye.
Li gorî agahiyan, di şer de ji herdu ailyan û ji sivîlan kuştî û birîndar çêbûne û rakirine Nexweşxaneya Efrînê.
Hat ragihandin ku çend saet piştî şerên dijwar, çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra berê)” destwerdan kiriye û serweriya xwe li cihên giştî û taxên bajêr ferz kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku li Efrînê rewşa xirab a ewlehiyê, tevlîhevî û şerê komên çeteyên girêdayî dewleta tirk dewam dike. Li aliyê din sûcên qetilkirin, revandin, dizî û şelandin jî ji wan wan komên çekdar de bênavber didomin.


