Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin

Îro danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin

Îro danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Alî Yildiz û Ozkan Arslan, serokê Yekitiya Mêşvanan ê berê Kazim Tosun, nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Yaprak Kurban hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin midûriyeta emniyetê lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Hat zanîn ku Arzu Ozdemîr jî di çarçoveya operasyonê de li Stenbolê hatiye binçavkirin.