Li Cûdî angaşta xistina helîkopterê
Operasyona artêşa tirk a li herêma Çiyayê Cûdî ya li çoltera navçeya Silopiya û navenda Şirnexê dabû destpêkirin hefteyeke didome.
Operasyona artêşa tirk a li herêma Çiyayê Cûdî ya li çoltera navçeya Silopiya û navenda Şirnexê dabû destpêkirin hefteyeke didome. Di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên tirk û cerdevanan de li hin cihan şer derdikeve. Hate angaştkirin ku duh saet di 16.00’an de li qada Girê Heymo ya li herêma şer helîkoptereke leşkerî ji aliyê gerîllayan ve hatiye xistin.


