Li Burkîna Faso êrîşî camiyekê hate kirin

Li navçeya Falagoûntoû ya herêma Sahelê ya Burkîna Fasoyê êvara Çarşemê êrîşî camiyeke misilmanan a mezheba Ahmediyê (Kadiyanî) hate kirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Burkîna Faso êrîşî camiyekê hate kirin

Li navçeya Falagoûntoû ya herêma Sahelê ya Burkîna Fasoyê êvara Çarşemê êrîşî camiyeke misilmanan a mezheba Ahmediyê (Kadiyanî) hate kirin. Hate diyarkirin di dema nimêja êvarê de êrîş hatiye kirin, mele jî di nav de 9 kes hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmê ji serê hefteyê û heta niha cîhadîstan gelek êrîş kirine.

Komên terorîst ên girêdayî El Kaîde û DAÎŞ’ê ji sala 2015’an û vir ve ji Maliyê êrîşî Burkîna Fasoyê dikin. Di van êrîşan de bi hezaran kes hatine kuştin û herî kêm du milyon kes jî neçar man malê xwe biterikînin.

Ji sê paran ji parekê zêdetir ax ne di bin kontrola hikûmetê de ye.