Li beriya Mêrdîn ji tozê çav çavan nabîne

Ji saetên serê sibehê heta niha li beriya Nisêbîn, Qoser yên Mêrdînê û bajarê Hesekê toz û bager heye.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Li beriya Mêrdîn ji tozê çav çavan nabîne

Ji saetên serê sibehê heta niha li beriya Nisêbîn, Qoser yên Mêrdînê û bajarê Hesekê toz û bager heye. Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajar hişyariya bi “Koda zer” da û piştî bagerê asîmanê Mêrdînê zer bû. Ji ber toz û ecaza zêde çav çavan nabîne û ezman ser bûye. Li gelek taxan jî ceyran hatin birîn.

Tê payîn ku bagera heyî heta nîvşevê bidome.