Li ber balyozxaneyên Fransayê çalakî hatin lidarxistin
Bi çalakiyên li ber sefaretaneyên Fransayê yên gelek bajarên Ewropayê hatin kirin, Qetlîama Parîsê ya 2’yemîn ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (M.
Bi çalakiyên li ber sefaretaneyên Fransayê yên gelek bajarên Ewropayê hatin kirin, Qetlîama Parîsê ya 2’yemîn ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin, protesto kir.
Êrîşa li ser Navenda Çanda yê Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê, bi tevlêbûna Kurdistaniyên li Osloya paytexta Norweçê û dostên wan, li ber Sefaretxaneya Fransayê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Osloyê hatin ba hev, deqeyek rêz gir û bi şûn de çelengek li ber sefaretxaneyê danî.
Bi pişt re, Nûnera NCDK-Osloyê Endam Aso axavtinek kir, got: “Diyar e ku êrîşa dawîn a li Parîsê ji aliyê Enqereyê ve hatiye kirin. Ev ne êrîşeke jirêzê lê siyasî ye. Ev versiyoneke din a sûîkastê ye ku 10 sal berê li dijî 3 hevrêyên me hat kirin û pasîfiya dewleta Fransayê li ber çavan e.“
Parlamenter Seher Aydar ku tev li çalakiyê bû, wiha got: “Di nav 10 salan de du caran li Parîsê êrîşli Kurdan û sazî û nûnerên wan hat kirin. Kurd ku ji ber zext û êrîşên rejîmên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê koçî Ewropayê kiriye. Lê li vir jî ji ber ewlehiya wan nîn e, êrîşên terorî li wan tên kirin. Ji bo ewlehiya xwe divê em li hev û din bibin xwedî. Em li vir wek nûnerê gel soz didin ku em ê bidin ser şopa vê kuştina siyasî û sûcdar û hêzên sûc dane kirin derbixin pêşberê edaletê.“
Di çalakiyê de, li ser navê saziya Antî Tyrann Kollektîvet, Banafsheh Ranjî û Nûnerê Med Kurdistanê Beth Hartmann jî axivîn. Bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Solîdarîtet med Kurdistan“, “Jin jiyan azadî“ û “Tirkiye, bes e ku te Kurd kuştin“ bi dawî bû.
FREÎBÛRG
Ji bo bibîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Perwer) û Abdûrrahman Kizil û protestokirina qetlîamê, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên xwe ku bi pêşengiya Meclisa Jinan Nûdayê hatin ba hev, piştî rêzgirtinê li ser rêya bajêr a çûyîn û hatina wê herî zêde, dest bi meşê kir. Di çalakiyê de danezan hatin xwendin. Soza têkoşîna li dijî faşîzma dewleta Tirk hat dayîn. Ji bo bibîranîna şehîdan find hatin vêxistin, wêneyên şehîdan hatin hildan. Bêyî navber di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“, “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.
BERLÎN
Li Berlîna payteta Elmanyayê, ji bo protestokirinê bi dehan kes û nûnerên saziyan li ber Balyozxaneya Fransayê daxuyanî da çapemeniyê. Kes û kûsên ji qadên siyaset, huner, akademî û medyayê tev li daxuyaniyê bûn. Rojnamevan Hayko Bagdat, Akademîsyen Neşe Ozgen, Nivîskar Meral Şîmşek, Akademîsyen Nevra Akdemîr, Parêzer Lûka Theûne, Hunermend Hozan Aydin, siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp û Hakan Taş, li ser navê Civaka Kurd a Berlîn-Brandenbûrgê Huseyîn Taşan û nûnerê Komîsyona Malbata Şehîdan a Nav-Berlînê Qetlîama Parîsê ya 2’yemîn şermezar kir û daxwaz lêkolînê li ser qetlîamê kir.
Dewleta tirkêrîşên xwe li Ewropayê jî belav kirine
Di daxuyaniya li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê hat dayîn de wiha hat gotin: “Em, li vir in. Lewre êrîşê armanc diyar ji aliyê faşîstekî ve li dijî Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsê hat kirin. Sê kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Ev, encama êrîşa bi terorî ye. Kiryar, bi erebeyê danîn ber komeleya Kurd a li Parîsê. Li vir gule çend gule berdan mirovan. Bi pişt re gule berdan restoran û dikana berberiyê ya Kurdan. Ev, dubarekirina êrîşa sala 2013’han a li Parîsê ye. 9’ê Çileyê sala 2013’an sê Kurdên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê sîxurekê Tirk ve bi tirsonekî û koneyî hatin kuştin. Rayedarên Fransî, saziyên dewletê û dewleta Fransayê êrîş eşkere nekir. Ji bo berjewendiya xwe bi zanebûn asteng kir. Eger bihiştina lêpirsîna bê kirin, wê serê dewleta Tirk biketa belayê û wê nekariya îro bi DAÎŞ’ê re li qetlîaman dewam bikira, nekariya sûîqestkerên xwe bişanda Ewropayê.Dewleta Fransayê di heman demê de bingehê tîma kujeran ava kir ku ji aliyê servîsa veşarî ya Tirk hat organîzekirin. Fransa, niha navenda mangayên kujerên servîsa veşarî ya Tirk e ku çavdêriya Kurdan û saziyên wan tê kirin û êrîş li wan dibe. Bi êrîşa li Parîsê re Tirkiye û piştgirên wê, bi awayekê Ewropayê jî bixin nav têkoşîna xwe ya li dijî tevgera azadiya Kurdistanê berfereh dike. Çawa ku têkoşîna li dijî Kurdan li Rojava, 19’ê Mijdarê asteke din hatibe zêdekirin û pê re li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl, tiştên pê debara xwe dikin û binesazî hatibin armanckirin, rêxistinbûneke xweser a Kurdan û rêxistineke Kurd jî wisa tên dîtin. Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîş dike. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî DBP û HDP’ê operasyoneke îmhakirina siyasî ya girseyî tê kirin. Dewleta Elman jî tev li kampanya îmha û zexta berpêyî Kurdan dibe. Divê em netirsin û xwe ker nekin. Divê em vê polîtîkaya îmhakirinê teşhîr bikin. Ji bo kirina tiştekî di vî warî de


