Li bendê ye ku li Bakur şiliyeke zêde bibare

Bi hatina payîzê re li bakurê Kurdistanê şiliyan jî dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Bi hatina payîzê re li bakurê Kurdistanê şiliyan jî dest pê kir. Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Wan, Riha, Bedlîs, Mûş, Agirî, Îdir, Sêrt, Êlih, Mêrdîn û Amedê hişyariya şiliya zêde kir. Miduriyetê di hişyariya xwe der barê şiliyê de destnîşan kir ku wê germahî dakeve û bang li welatiyan kir ku li dijî lehî, brûsk û bagerê belgiriyan bigirin.