Li Başûrê Kurdistanê Nasnameya Kurd a Hemdem
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser Rojhilata Navîn, nêzîkatiyên hêzên hegomon ên li dijî kurdan û rastiya kurdan nirxandinên girîng kirine.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser Rojhilata Navîn, nêzîkatiyên hêzên hegomon ên li dijî kurdan û rastiya kurdan nirxandinên girîng kirine. Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser planên hêzên navdewletî li ser kurdan û rola PDK’ê wina ye:
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên Iraq û Sûrî hatin çêkirin. Rewşa Kurdên di nava sînorên van welatan de hatin hiştin, ji bo analîzkirina nasnameya Kurd a hemdem gelek dersên kêrhatî pêşkêş dike. Di pêvajoya parçebûna Împaratoriya Osmanî de, li gorî Peymana Sykes-Picot (1916), di bin hegemonya Ingilîstan û Franseyê de rejîmên mandater ên Iraq û Sûrî hatin pêkanîn. Rejîma mandater tê maneya rêveberiyên demî yên mêtingehê. Rêya trênê ya di navbera Komara Tirkiyê û dewleta Sûrî de sînor hat qebûlkirin. Sînorên Iraq-Tirkiyê jî li gorî Peymana Mûsilê (1926) hatin destnîşankirin û di diyarkirina sînoran de berjewendiyên petrolê esas in. Peymanên herdu sînoran jî di ber binpêkirina Mîsaq-î Millî ya pîroz îlankirî de hatin îmzekirin. Berjewendiyên yek ji sê dewletên Lihevkirî yên Şerê Cîhanê Yê Yekemîn Franseyê li ber çavan hatin girtin û hê di destpêka Şerê Rizgariya Neteweyî de Peymana Enqerê di Çileya 1921’ê de hat îmzekirin. Paşê dewleta bi navê Komara Ereb a Sûrî hat îlankirin. Kurdên di nava sînorên wê de hatin hiştin, heta Tirkmenên hatin hiştin qet li ber çavan nehatin girtin, bi tenê tewazuna eskerî û siyasî hesibandin û weke meseleyeke, bû çû qediya, nêzîk bûn. Jixwe rewşa Ereban jî bi çi awayekî qanûnî ve nehatibû girêdan, bi tenê berjewendiyên dewleta mêtinkar ango Franseyê li ber çavan hatibûn girtin.
Ji ber statukoya destpêkê çêkirin diyar bû ka wê bi serê xwe rê li ber pirsgirêkên çiqasî ciddî veke. Jixwe dewleta Sûrî ji 1920’an ve bi ti awayî nebû normal û neket rêyekê. Hê jî bi awayekî fermî bi îdareya orfî tê birêvebirin. Xwedî sîstemeke destûrî ya ku civakê li ser li hev kiribe, nîne. Beşekî mezin ê Kurdan hê nebûne welatî jî ango ji aliyê huqûqî ve bi hukmê tinene têne hesibandin. Jixwe yên mayî jî ti heqekî wan ê qanûnî, çandî, ekonomîk, îdarî û siyasî tineye. Rewşa Kurdan pêşî ji ber berjewendiyên mandater ên Franseyê û paşê jî ji ber berjewendiyên millî yên Ereb ji statuya mêtingehê jî gelekî paşdetir e, û li ser hebûna wan (mîna sîstema dewleta netewe ya Tirkî) pêvajoya înkar, îmha û qirkirina çandî hatiye destpêkirin. Ev statuko li gorî hesabên tawazunê yên desthilatdariyên hegemonîk, bi guhertinên qismî, lê di encamê de bi awayekî bêhtir mezinbûyî heta roja me ya îro dewam kiriye.
Di destnîşankirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalan ên piştre kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye. Li ser vê demê gelekî xweş tê axaftin û wêje tê kirin û tê gotin Kurdistan di vê demê de kirine çar parçe, lê mixabin naveroka wê demê bi awayekî rastî qet nayê ravekirin û şîrovekirin. Eger ev rastî bi awayekî eşkere û berbiçav neyê analîzkirin û şîrovekirin, bi tevahî bûyerên li Kurdistanê diqewimin, rastiya Kurd û hebûna wî ya civakî, nabe ku rastûdurist bêne terîfkirin.
Di çarçoveya sînorên Iraqê de parçebûna Kurdistanê û Kurdan di sedsala 20. de yek ji bûyerên herî trajîk e. Bi vê re, ne bi tenê bingehê dîroka Kurdan, ji bombeya atomê bi bandortir bombeyekê dixin bin hîmê dîroka Ereb, Fars û Tirkan. Di wê demê de li parlementa Tirkiyê li dijî vê rêveçûnê îtîrazeke mezin çêbûbû. Rewşenbîrên Kurd ên wê demê û efserên di artêşê de li ser piyan bûn. Di bingehê isyana 1925’an de ev rastî heye. Berevajî rewşa di dîroka fermî de li hev anîne, yên bi hegemonya Ingilîz re li hev kirine Kurd nînin, rejîma Tirk ê Spî ye. Divê mirov ji bîr neke ku vê rejîmê M. Kemal jî bi komployê bê tesîr kiriye. Tê zanîn, M. Kemal ev peyman weke bûyera herî nexweş û zor a jiyana xwe nirxandiye û aniye ziman ku vê peymanê erê nekin Komar ê bi temamî bikeve tehlûkeyê. Pêşî li Rojhilat bi Peymana Qersê (1921), paşê li Rojava bi Peymana Lozanê yên bi destxistibûn, di 5’ê Hezîrana 1926’an de bi Peymana Mûsil-Kerkûkê bi awayekî stratejîk têkbirin. Dagirkeriya dawî ya Iraqê bi awayekî eşkere nîşan da ku ev têkçûn çiqasî stratejîk e. Dîsa, berevajî yeqînan, bi xêzkirina van sînoran bi tenê petrolên Mûsil-Kerkûkê ji dest neçûne, di heman demê de Kurd ji dest çûne, biratiya dîrokî ya Kurd-Tirkan ji dest çûye, yekparebûna tevahiya çanda gelên Rojhialta Navîn ji dest neçûye.
Hê jî rojane virde wirde sînoran dişemitînin qaşo hewl didin sererast bikin, dîwaran lê dikin, têlên rêsayî yên bi elektrîk datînin, qereqolên mîna kelhan rêz dikin û bi rêbazên mîna artêşa taybet bawer dikin ku wê van sînoran biparêzin û sererast bikin. Bikaranîna van rêbazan bi temamî xeflet e, ji dîrokê ders negirtin e, pişta xwe bi komployê germkirin e, yan jî xwe dikin destikê wê. Eger şaşiyên bingehîn bêne rakirin û li şûna wan rastiyên bingehîn bêne danîn wê bêne sererastkirin. Jixwe Ingilîzan ev lîstika xwe li tevahiya Ewrûpayê, Asya, Efrîka, ûEmerîkayê, heta li parzemîna Awisturalyayê lîstin û bi vî awayî hegemonya xwe xurt kirin û dewam kirin. Bi sedan, bi hezaran çandên civakî bi sînorên bi cedwelan xêzkirî hatin parçekirin, ew berdan hev û bi vî awayî ew bi rê ve birin. Dewletdariya netewe di nava vê lîstikê de weke pevçûna di asta desthilatdariyê de şêweyê herî bi tehlûke ye. Dinya îro heta dabeşî ji dusedî zêdetir dewletên netewe nebûya, hegemonya kapîtalîst pêk nedihat û nikarîbû xwe dewam bike. Eger bi vê rêbazê were ravekirin wê dîroka rastî derkeve holê û em ê bi vî awayî serwext bibin ka kî bi vê rêbazê bi ser ketiye û kîjan îdeolojî û çand bi ser ketiye û kîjan têkçûne. Dîroka Kurd a hemdem û hebûna wî, bi tenê di nava vê yekparebûnê de û bi parçebûna sînorên Iraq-Sûriyê dikare bê zelalkirin. Ev parçekirin û dabeşkirineke wisa ye, qirkirin jî di navê de, mîna ku tevahiya potensiyela alternatîfên îmhayê têde hatibin depokirin. Li ser pirralî hesab hatine kirin. Ya yekê, Kurdên Iraqê ji bo Erebên Iraqê kontrol bikin yedek hatine hiştin. Karekterê Tevgera Kurd a Iraqê têra xwe vê rastiyê piştrast dike. Herî dawî bi awayekî bingehîn xwe sipartin Kurdên Iraqê û rejîma Saddam Husên hilweşandin. Ya diduyan, di nakokiya Iraq-Îranê de amûrê herî girîng ê bikaranînê ye. Dîrokê ev jî têra xwe piştrast kiriye. Ya sisiyan, ji bo Komara Tirkiyê kontrol bikin yedek hiştine. Ji 1925’an ve, heta ji isyana pêşî ya hemdem a Kurd a bi pêşengiya Babanzade Ebdurrehman Paşa Isyana Soran a 1806’an ve tevahiya bûyerên girîng ên dîrokî ji bo rêveberiyên Osmanî û Komarê mijûl û kontrol bikin, kirine amûrên girîng. Ya çaran, ji bo Rojhilata Navîn di kontrola hêzên hegemonîk ên dinyayê de bihêlin ango di kontrola Ingilîstan û Emerîkayê de bihêlin (ji salên 1800’î heta salên 1945’an hêza hegemonîk Ingilîstan e, ji salên 1950’î ve DYE ye), yek ji amûrên herî kêrhatî bûn. Ya pêncemîn û ya herî girîng, di statuya baregeha bingehîn de wê bi kar tînin, ji bo bi xwe tevahiya Kurdistanê û potansiyela şoreşger a gelê Kurd di kontrolê de bigirin û karibin ji rê derxin (ji 1920’an ve bi gotina wan ji bo Rêveberiya Kurd a Iraqê hewl didin statuyekê pêk bînin. Herweha hewl didin bikin navenda îdolojiyên eşîrên paşvemayî, dîndar û modernîst ên bi wan ve girêdayî.) Kengî tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd bi vê rêveberî û parçeyê piçûk ve girê bidin hingê wê wan bikin amûrekî stratejîk ê kontrolê. Ya şeşan, dewlemendiyên wê yên binerd ku têra xwe hene, ava wê û cografya wê ya xweş, bi hêsanî wê bêne bikaranîn û îstîsmarkirin.
Dema ku mirov van sernavên sereke bêhtir ji nêz ve analîz bike, mirov ê bibîne, dewletdariyeke netewe ya Kurd timî weke potansiyel yedek tê girtin, bi awayê, ha ava bû wê ava bibe, hem dewletên netewe yên herêmê kontrol û terbiye dikin, hem jî li şûna xwe bisipêrin hêza xwe, hêviya xwe bi pêkhatineke muhtemel a bi destê hêzên hegemonîk ên derve pêk bê girê didin û bi vî awayî ji wan nayê hebûna Kurdan biparêzin û potansiyela azadiya wan zêde bikin ango hêza wan bi xwe ditevize. Li ser vî bingehîdikevin rewşekê ku ji xwe piştrast nînin, timî xwe hewcedarî hêzên derve dibînin û ditirsin ku her kêlî felaket û tevkujî bi serê wan de bên û lewma dibin evd û bendeyên dilsoz ên efendiyên xwe. Di şexsê wan de heman dekûdolab li serê tevahiya Kurdan tê gerandin. Tevgerên bi rastî şoreşger, demokratîk, neteweyî û welatparêz ên hewl didin vê dekûdolabê xira bikin bi hêsanî tecrîd dikin, wan gunehbar dikin ku Kurdan dixin tehlûkeyê (ya rastî ev lîstikek e ku ew bi xwe baş dilîzin), ji dîplomasiyê fêhm nakin (dilsoziya bi efendiyan re), Kurdan parçe dikin (sînorên ku Kurd û Kurdistan ji can û dil parçe kirine, weke wezîfeyeke xwe ya sereke rewa dikin) û tewazuna dinyayê (parastina statukoya ku hêzên hegemonîk ew afirandine) li ber çavan nagirin. Timî hewl didin bi teorî û pratîk bînin ziman ku gelê Kurd bi tena serê xwe nikare tiştekî bike (lê divê qîma xwe bi tifingên hêzên hegemonîk bîne) û bi vî awayî hewl didin nîşan bidin ku avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev pêkan nîne. G


