Li Amêdiyê şerek dijwar heye
Li gor dîmenên ku ajansa Rojnewsê parve kirine di saetên derengê şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê ve şerek dijwar derket. Di dîmenan de gule ezman ronî dikin.

Li gor dîmenên ku ajansa Rojnewsê parve kirine di saetên derengê şeva borî de li devera sor a Sêgirê ya ser bi bajaroka Amêdiyê ve şerek dijwar derket. Di dîmenan de gule ezman ronî dikin. Dîsa di dîmenan de dengê guleyan û teqînê tê bihîstin. Li gor zanyariyan teqîn li nava baregeh û çeperên artêşa Tirk de rû daye.
Heta niha zanyariyên zelaltir li ser vî şerî nehatine bidestxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî hîna daxuyanî nedaye.


