Li Amedê sêyemîn danişîna doza 18 rojnamegeran pêk hat

Danişîna sêyemîn a doza 18 rojnamegerên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Li Amedê sêyemîn danişîna doza 18 rojnamegeran pêk hat

Danişîna sêyemîn a doza 18 rojnamegerên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdat Altan ku negirtî tê darizandin û rojnameger Elîf Ungur, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn û Rohat Bulut tev li bûn. Parêzerên rojnamegeran Resûl Temûr, Rûşen Seydaoglû û Bahar Oktay jî di danişînê de amade bûn. Her wiha gelek rojnameger jî ji bo piştevaniyê danişîn şopandin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û dadgehê doz taloqî 9 gulanê kir.