Dayika 83 salî li qereqola polîsan serbest berdan
Polîs û leşkeran di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de danê sibehê li navçeyên Rezan, Peyasê, Farqîn û Hezroyê yên Amedê bi ser hin malan de girtin.

Polîs û leşkeran di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de danê sibehê li navçeyên Rezan, Peyasê, Farqîn û Hezroyê yên Amedê bi ser hin malan de girtin. Leşkeran li Gundê Cirnoqî yê Hezroya Amedê jî bi ser mala Suleymanoglu de girtin û Sîdîka Silêmanoglû ya 83 salî û bûka wê Netîce Silêmanoglû (50) binçav kirin. Sîdîka û Netîce piştre birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Polîsan bi hinceta Sidika bi neviyê xwe yê PKK'yî re wêne kişandiye binçav kirin. Piştî îfadeya wê ya li midûriyetea polîsan Sidika serbest berdan.


