Kupaya cîhanê û dema futbola dîjîtal

Fitbola dîjîtal di nav sahayan de jî xwe nîşan dida. Êdî topa fitbolê bûye dîjîtal. Top çiqasî li hewayê dimîne? Çiqasî zû diçe? Çawa diçe? Hemû ji aliyê çîpa di nava topê de dihate hesibandin. Tiştek ji odeya VARê xilas nedibû.

•
1 deqe xwendin
Kupaya cîhanê û dema futbola dîjîtal

Ercan Sezgîn

Ev serê meheke ku di bin siya geşedan û aloziyên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de, em turnuvaya Kupaya Cîhanê temaşe dikin. Lê belê em fitbolê ji van geşedanan cuda nagirin dest. Yên ku fitbolê tenê wekî lîstikeke temaşekirinê destnîşan dikin, xwe dixapînin. Futbol tenê ne futbol e; sedî sed li gorî siyaset, îdeolojî û felsefeyekê tê lîstin. Dema mijar dibe kurd, ev yek pir zelal tê dîtin. Min jî wekî kurdekî û hezkerekî lîstika fitbolê, li gorî derfetan turnuvaya Kupaya Cîhanê şopand. Ez dixwazim çend çavdêriyên xwe parve bikim.

Em kurd dema van turnuvayên navneteweyî dişopînin, pêşî dibêjin: "Çima em kurd di van turnuvayan de nînin?" Nifûsa Greenlandê 56 hezar, ya Curaçaoyê jî 160 hezar bû. Her du welatan deyne ser hev, bi qasî taxa Xaçorta Wanê hebin an tune bin. Ew wekî netew tên dîtin û tev li van turnuvayan dibin. Lê 60 milyon kurd ji aliyê pergala cîhanê ve wekî neteweyekê nayê dîtin. Li gorî pergala cîhanê, ji bo tu bibî netewe, divê tu bibî xwedî dewlet. Ev dewlet jî gerek ji aliyê wan ve bê qebûlkirin. Heke neyê qebûlkirin, tu nabî milet. Wekî Xweda li xwe dinêrin û biryarê didin ka kî neteweye û kî ne neteweye!

Ev zihniyeta riziyayî û bêedalet, hemû rastî û heqîqetan bi têgehên xwe bêwate kiriye. Ji bo ku neteweyek bibe netewe, ne pêwist e ku bibe dewlet. Netewe nasnameyeke civakî ye. Dewlet li ser nasnameya civakî wekî hêzeke zordar û kedxwar hatiye avakirin. Dewletperest û neteweperest, ji bo kar û qezencên xwe yên malbatî, şîrketî û çînî mezin bikin, neteweyê wekî maskeyekê bi kar tînin. Di esasê xwe de tu eleqeya neteweyan bi dewletê re nîne. Dewlet cuda ye, netewe cuda ye. Dewlet û welat jî ji hev cuda ne. Berovajî vê, dewlet bûye toqê lanetê û ketiye stûyê netewe û welatan; li ser pişta gelan, welatan û neteweyan xwe kiriye barekî pir giran. Dewlet çiqasî kêm bibe, welat û netewe ewqas azad dibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) me wekî neteweyekê nebîne jî, em neteweyekî 60 milyonî ne û di raya giştî ya cîhanê de jî wekî netewe tên dîtin. Li dervayî dewletê gelek netewe hene. Heke pergala cîhanê van neteweyên bêdewlet wekî netewe nebîne û wan tev li turnuvayan neke, wê çaxê divê ev neteweyên bêdewlet jî alternatîfên xwe ava bikin û dikarin turnuvayên xwe yên navneteweyî çêkin. Aha ji we re futbol, îdeolojî û siyaset!

Dema min li stadyûmên ku hatine çêkirin û di nav stadyûman de li alîgir, temaşevan, lîstikvan û mêvanên ku weke "mêvanên şerefê" dihatin pênasekirin dinêrî; arenayên Romayê dihatin bîra min. Lîstikvan wekî koleyên Romayê di arenayê de tevdigeriyan. Dema Mbappe ji alîgir û temaşevanan re îşaret dikir û digot "rabin ser piyan", fîlmên Spartacusê dihatin bîra mirov. Dema temaşevanên li stadyûmê qîreqîr dikirin, ew temaşevanên ku di arenayê de ji koleyan re digotin "bikujin" dihatin bîra min. Dema norweçiyan teqlîda berkişandina Vîkîngan dikirin, lîstikvanên fitbolê dîn û har dibûn. Temaşevan lîstikvanan, lîstikvan jî temaşevanan dîn û har dikirin. Di arenayên Romayê de xwediyên koleyan û dostên wan li cihên cuda maç temaşe dikirin. Îro jî di stadyûman de serokê FIFAyê, nûnerên dewlet û şîrketan li cihên cuda maçê temaşe dikin. Tenê yek ferq heye; ew jî dem û rêbaz hatine guhertin. Aha ji we re fitbol û dîrok!

Di dema Şerê Sar de Kupaya Cîhanê wekî du blokan dihate lîstin û temaşekirin: Bloka Sovyet (Rûsya) û Bloka Ewropa-Amerîkayê. Wê demê dewlet û temaşevan jî dibûn du beş. Wê demê hemû lîstikvan endamên neteweyekê û blokekê bûn. Lê niha ne wiha ye. Gelek dîrektorên teknîkî û lîstikvan endamên neteweyekî cuda ne, lê ji bo dewleteke cuda dilîzin. Tîma Fransayê hema bêje hemû efrîkayî bûn. Di gelek tîmên din de jî endamên neteweyên cuda hebûn. Deniz Undav kurdek bû, lê ji bo dewleta alman dilîst. Ev tişt jî ji salên 90î û vir ve guherî. Ji salên 90î şûn ve futbola endûstriyel ket dewrê. Di fitbola endûstriyel de netewe û blok ketin rêza duyemîn; di fitbolê de kar û qezenc derket asta herî jor.

Di roja me ya îro de êdî ‘fitbola dîjîtal’ tê lîstin. Fitbola dîjîtal di vê Kupaya Cîhanê de derket asta jor. Hemû lîstikvan û temaşevan li gorî medyaya civakî tevdigeriyan. Tevger û seknên wan di medyaya civakî de dibûn rojev. Ji bo ku şopînerên wan zêde bibin û bandorê li ser civakê bikin, tiştên ecêb û sosret dikirin! Golparêzê (qeleparêz) Greenlandê bi yek tevgerekê bû xwediyê bi milyonan şopîner. Fenomentî bûye nexweşiyeke demê... Kesên ku fenomen bûn, dixwestin hîn bêhtir bibin fenomen, lê fenomenên bêruh ûn. Hegel sax bûya û tiştên ku îro li ser navê fenomentiyê tên kirin bidîta, ew ê teqez di ‘Fenomenolojiya Tînê’ de hin guhertin çêbikira.

Dîrektorê teknîkî yê Amerîkayê gomlekek li xwe kiribû û tenê bişkoka navîn girtibû; bişkokên wî yên jêr û jor bi temamî vekirî bûn. Ev yek jî bû moda! Yan jî kirin moda û xistin nav civakê; gomlekê wî weke avê hat firotin. Berçavka dîrektorê Swîsreyê Murat Yakin bû rojev û bi milyonan hat firotin. Dinyayeke wiha ye ku bişkok û berçavk bûne wekî Xweda û însan jî jê re îbadet dikin. Formaya Deniz Undav di nava kurdan de pir hat firotin. Tê gotin ku formaya herî zêde hatiye firotin, formaya Deniz Undav e. Lê Deniz ji wan formayan qet kar nekir; yên ku kar kirin şîrketa Adidas û klûba Stuttgartê bûn. Rûyê kapîtalîzma hov di vir de pir xurt tê dîtin.

Ji aliyê din ve, fitbola dîjîtal di nav sahayan de jî xwe nîşan dida. Êdî topa fitbolê bûye dîjîtal. Top çiqasî li hewayê dimîne? Çiqasî zû diçe? Çawa diçe? Hemû ji aliyê çîpa di nava topê de dihate hesibandin. Tiştek ji odeya VARê xilas nedibû. Maradona sax bûya û bilîsta, êdî nikaribû bi destan golan bavêje, ji ber ku êdî pergala VARê heye. Dema hîn sax bû, ji Maradona pirsibûn û gotibûn: "Kupaya Cîhanê ya 2026an dê li Amerîkayê were lîstin, tu çi difikirî?" Maradona bersiv da û got: "Li Amerîkayê futbol nayê lîstin. Ji ber ku her tiştê girêdayî lîstikê dibe mijara kirîn û firotinê." Maradona mafdar bû û wekî ku anî ziman, wisa çêbû.

Heta niha me têkiliya fitbolê bi siyaset, dewlet, şîrket û îdeolojiyê re dît. Em hinekî jî li aliyê wî yê lîstikê û seyrê binêrin. Di vê Kupaya Cîhanê de, wekî temaşekirina fitbolê qet heyecan û coş nemabû. Ez ji zarokatiya xwe ve van turnuvayan temaşe dikim û dişopînim; turnuvaya herî monoton û bêheyecan bû. Lîstikeke xweş ku mirov jê kêfxweş bibe nehate lîstin. Pergala fitbolê bi temamî hatiye guhertin; li ser esasê fenomentî, kar û qezencê hatiye sazkirin. 10 kesan êriş dikirin, 10 kesan jî parastin dikirin. Topzivirandin, pasên vala mirov kezebreşî dikirin. Jixwe gelek caran temaşevan ji lîstikê aciz dibûn û ji bo ku tempo zêde bibe protesto dikirin. Êdî lîbero, santrafor û nîvsahek (navenda sahayê) nemaye.

Turnuvaya Kupaya Cîhanê ji bo ku lîstikvan xwe bidin nîşandan firsetek e; gelek lîstikvanên navdar di van turnuvayan de derketin pêş. Lê di vê Kupaya Cîhanê de dîsa lîstikvanên berê derketin pêş: Messi, Mbappe, Kane û Haaland lîstikvanên herî berbiçav bûn. Lîstikvanê Fransayê Olise û yê Misrê Asur jî hinekî derketin pêş.

Niha herkes li benda fînalê ye! Ev fînal dê di 19ê Tîrmehê de di navbera Îspanya û Arjantinê de bê lîstin. Îspanya xurt e û favorî ye, lê fitboleke nexweş dilîze. Hîngê zêde pasdikin û topê vala vala dizivirînin, ruhê temaşevanan derdixe. Arjantin heger wekî maça Îngiltereyê bilîze, dê bi ser bikeve. Lê divê Messi ew roj di roja xwe de be; Messi nebe, Arjantin jî nîne. Îspanya favorî tê dîtin, lê ez dixwazim Arjantin bi ser bikeve.