Konferansa DBP’ê bi Bijî Serok Apo dest pê kir
Konferansa DBP’ê ya li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir.

Konferansa DBP’ê ya li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin li dar dixe. Li gel bi hezaran kesan, her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li konferansê bûn. Cil û bergên kurdî yên beşdaran balê dikişînin.
Di konferansa bi coşeke mezin didome de ji ewil endamên dîwanê hatin hilbijartin. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Di konferansê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin. Konferans, bi sînevîzyona ku xeta têkoşînê ya DBP’ê vedibêje tê pêşkeşkirin.
Ji endamên dîwanê Parlamenterê HEDEP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku azadiya gelê kurd tê wateya azadiya gelên ereb, tirk, faris û hemû gelên Rojhilata Navîn. Tîryakî, diyar kir ku divê tu kes ji azadiya gelê kurd netirse û wiha domand: “Gelê kurd biryara xwe daye. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Em amade ne, gelê me jî amade ye.”
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEP’ê Cemîle Turhalli Basak jî diyar kir ku rengên kurdistanî mohra xwe li konferansê daye û ev tişt anî ziman: “Yên ku ev dengê Kurdistanê derxistî holê hûn in. Ez spasiya xwe ji bo we tevan dikim. Bi hêviya ku ev konferans bibe wesîleya aştî, yekitî û demokrasiyê.”
Piştî axaftinan jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, konferans bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” berdewam kir.
Piştî sînevîzyona ku têkoşîna berxwedanê ya gelê kurd û DBP’ê vedigot bi hezaran kes rabûn ser pêyan û li çepikan xist.
Piştre Hevserokê DBP’ê Bayindir Keskîn axivî. Axaftina Keskîn bê navber bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat birin.
Axaftina Keskîn Bayindir wiha ye:
Merhaba gelê me yê hêja,
Merhaba gelê me yêku li dijî zilm û zordariyê bi têkoşîneke bêhempa, bi serbilindî rumeta vê axê parastiye,
Merhaba gelê me yê ku ji çar aliye Kurdistanê bi ber Amedê ve, bi ber dile Kurdistanê ve herikiye.
Merhaba Amed, Amed a ku himbêza wê ji egîdan re bûye star.Merhaba Serhed, Serheda ku asîmanê azadiyê bi heybeta Sipan û Araratê diparêze Merhaba Botan, Botana ku bi hilma biharê porê egîdan şeh dike.
Merheba Cizîr, Merhaba warê serhildanê, kela dilê Kurdistanê Merheba Riha, Rıha ya ku bûye warê evîn a Rojê Her çiqas dinav me de nebin jî, em dizanin destê gelê me yê Başûr, Rojhilat, Rojava li ser dile wan e, dengê me dibihîzin û em dibêjin:
Merhaba Rojava, merhaba Rojavaya ku bûye alava agirê şoreşê/ Rojavaya ku Roj lê naçe ava. Tu xem neke Efrîn destê me li ser birîna me ye lê tu bawer bike em ê kefenê hovitiyê bidirûn, Merhaba Başûr, merhaba Başûra ku çiyayên bûye hêlina rêwiyên azadiyêcMerhaba Rojhilat, Merhaba Rojhilata ku tayê porê Jîna Amînî kiriye ala berxwedan a jinê.
Ez we bi bîranîna nirxên me, bi soza doza me silav dikim.Hûn bi xêr hatin ser sera ser çavan re hatin.
Gelê me yê hêja,
Modernîteya Kapîtalîst a ku bi saya qetlîam, xwînrijandin, talan û qirkirinan li ser piyan disekine, îro li ber têkçûyînê ye. Êdî tu hêz nikare vê têkçûyînê bide sekinandin. Rewşa şer a ku îro li Rojhilata Navîn didome jî encamên vê yekê ye. Hêzên hegemonîk ên navnetewî, Rojhilata Navîn kirine qada şer.
Şerê cîhanê yê Sêyemîn êdî rasterast dest pê kiriye û li dijî nirxên mirovahiyê, bi berdêlên mezin didome. Di serî deKurdistan, tevahiya Rojhilata Navîn bûye qada xwînê. Di sedsaliya salvegera Lozanê de hewldanên parvekirina Rojhilata Navîn ji nû ve ketine meriyetê. Rewşa Kurdistan, Afganîstan, Ermenistan, Azerbaycan, Iraq, Sûriye û Fîlîstînê jî vê rastiyê li ber çavan radixe. Bi şer û dagirkeriyê dixwazin pêşeroja gelan desteser bikin. Mixabin ev rewş îro gefên mezin li Rojhilata Navîn dixwe. Em dikarin bibêjin ku; Modernîteya Kapîtalîst herî zêde jî Kurdistanê dike hedef. Lewre baş dizanin ku Kurdistan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di têkoşîna li dijberî Modernîteya Kapîtalîst de xwedî têkoşîneke bi çi rengî ye. Ji ber vê yekê jî di sêrî de dixwaze tevî planên xwe yên mêtingeriyê li Kurdistanê bide destpêkirin.
Feraseta “perçe bike, parve bike û birêvebibe” ya netewdewletiyê dibe sedema şer, krîz, alozî û kurbûna pirsgirêkan. Heya ku nasname û statuya gelan neyê qebulkirin wê tu caran xwîna li Rojhilata Navîn jî nesekine. Heke li dijberî feraseta “perçe bike, parve bike û birêvebibe” têkoşîneke mayînde nemeşe, dê tu pirsgirêk jî çareser nebin. Rêya çareseriyê bi têkbirina feraseta Netewdewletiyê mimkun e. Di vî warî de, heke muxatabê pirsgirêkan esas neyê girtin, di çareseriyeke mayînde jî pêk neyê. Lewre, netewdewletî bi gotineke din modernîteya kapîtalîst li ser “înkarkirina gelan” hebûna xwe diparêze.
Em çareserîyê dîsa bêjin: Statû ji bo Kurdan! û bi dengek bilind jî hinik tişt bêjin:
Netewdewletî, qirkirin û bişavtina çandî ye!
Netewdewletî, înkara bawerî û kêmnetewan e!
Netewdewletî, qirkirina nasnameya jinê ye!
Netewdewletî, talan û hilweşandina xwazayê ye!
Netewdewletî, yekperest, nijadperest û olperest e!
Netewdewletî, perestiya pere û sermayayê ye!
Bi kurt û kurmancî netewdewletî têkçûyîn e!
Ji ber vê yekê jî; ne li Rojhilata Navîn û ne jî li tu deverên din netewdewletî tu caran nikare ji qeyranan re bibe çareserî. Modela Netewdewletiyê nikare ji birîna Rojhilata Navîn re bibe derman. Ev yek pir zelal e. Em vê rastiyê îro di şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de jî baş dibînin. Li hemberî vê rewşê jî pirsek derdikeve pêş. “Navnîşana çareseriyê çi ye? Çareserî wê çawa pêk bê?” Tekane rêya çareseriyê Modernîteya Demokratîk e. Çareserî, li Kurdistanê azadî, li Rojhilata Navîn jî bi pêşxistina demokrasiyê mimkûn e. Di rêya pêşxistina demokrasî û azadiyê de civaka rêxistinkirî xwedî cihekî girîng e. Lewre azadî û xwerêxistinkirin bi hev re girêdayî ye. Ji ber vê yekê jî, li dijberî modernîteya kapîtalîst çareserî wê bi civaka rêxistinkirî pêk bê.
Modernîteya Demokratîk, li hemberî Netewdewletiyê çarenûsa netewa demokratîk e. Di bin baskê vê formê de tevî bawerî, nasname û gelên bindest dikarin xwe bi azad îfade bikin. Modernîteya Demokratîk, jiyana komînal e. Û ev pergal ne dûrê me ye, ne jî xeyal e. Di vî warî de Rojava navnîşaneke girîng e. Li Rojava bi têkoşîneke dîrokî û bi kedeke mezin Modernîteya Demokratîk hat sazkirin. Encamên vê modelê jî em bi hev re baş dîbînin. Li gel tevî êrîşan, Rojava jiçand, bawerî û nasnameyên ji hev cuda re wargehî dike. Gelên Rojava îro bi hev re tovên azadiyê diçînin. Rojava nîşan da ku Modernîteya Demokratîk ne xeyal e. Di bin baskê civaka biehlaq û polîtîk de em ê li her deverê vê modelê bixin meriyetê.
Parastina Konfederalizma Demokratîk
Ji ber vê yekê divê em bi baldarî li ser pirgirêkên esasî bisekinin. Herî zêde jî divê li ser pirgirêka Kurd bê sekinandin. Lewre, heke pirgirêka Kurd çareser bibe, wê li Rojhilata Navîn aştî jî bi pêş bikeve. Ji bo jinan, kedkaran, bawerî û nasnameyan avakirina jiyaneke azad ne xeyal e. Me qala modela Rojava kir. Jiyana azad li Rojava pêk hat. Bi heman rengî, ji bo Fîlîstînê jî, ji bo Karabag û Afganîstanê jî rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e. Lli gel vê rastiyê, hêzên netewdewlet bi hesabên qirêj nêzî pirgirêkan dibin. Çareseriya du dewletî ya ku ji bo Fîlîstînê tînin rojevê mînaka vê yekê ye. Em dikarin bêjin ku; navika Fîlîstîn û Rojava bi hev re girêdayî ye. A ku wê Fîlîstînê rizgar bikebi tenê Konfederalîzma Demokratîk e! Ji ber vê jî divê Modernîteya Demokratîk li her deverê bê parastin. DBP jî îro bi vê armancê rêwitiya xwe didomîne. Ji bo me, parastina modernîteya demokratîk parastina mirovahiyê ye.
Gelê me yê hêja, wekî ku hûn jî dizanin çend roj beriya niha Komara Tirk sedsala xwe tije kir. Di vê sedsalê de gelek geşdanên girîng pêk hatin. “Lê, ji bo gelê Kurd ev sed sal çawa derbas bû?” Mixabin di bersiva vê pirsê de “mêtîngerî û dagirkeriyeke mezin” derdikeve pêş. Sedsala Komara Tirk ji bo gelê Kurd bû sedsala mêtingerî û dagirkeriyê.
Di yekemîn sedsala Komara Tirk de hêzên netewdewlet raste rast statuya gelê Kurd hedef girtin. Ji bo gelê Kurd tune bikin di Lozanê de peywireke girîng dan dewleta Tirk. Bi destê dewleta Tirk hewl dan gelê Kurd bê statu bihêlin. Dewleta Tirk jî, ji bo gelê Kurd bê satatu bihêle Kurdistan kir qada dagirkeriyê, serî li îmha û înkara Kurdan da. Di vê çarçoveyê de, Dewleta Tirk polîtîkayên qetlîamê, bişavtinê meşand. Planên çokşikandinê xist meriyetê. Gelê Kurd qetil kir, xwezaya Kurdistanê talan kir, zimanê gelê kurd qedexe kir, nasnameya Kurd înkar kir. Li dijî gelê Kurd jenosîd pêk anî. Ji Geliyê Zîlan heya Dêrsimê, ji Mereşê heya Roboskî û jêrzemînên Cizîrê me şahidiya vê rastiyê kir. Di makezagona darbeyê jî hewl da tevî sûcên xwe rewa bibîne. Lê belê, li hemberî tevî van kiryaran gelê Kurd serî netewand. Li dijberî mêtingeriyê serhildanên dîrokî pêk anî. Di vî warî de Şêx Saîd, Seyît Riza, Elîşer û Zarîfe û gelek kesayetên din bûn pêşengên kevneşopiya berxwedanê. Bi kurtasî; di vê sedsalê de ne hewldanên mêtingeriyê qediyan, ne jî berxwedan gelê Kurd bi dawî bû. Ev yek bi xwe re pirgirêka Kurd jî afirand û mezintir kir. Li hember vê rewşê Birêz Ocalan, heya niha hewldanên giranbû meşand û tespîtên girîng kir. Çi dibeje Birêz Ocalan? Dibêje “divê pirgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.” Bi vê tespîta xwe Birêz Ocalan bal kişand li ser makezagoneke demokratîk û niqaşên demokratik. DBP jî di


