Konferansa ciwanên Şengalê dest pê kir

Li Digûrê ya Şengalê 3’emîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya sedan ciwanên êzidî, ereb û tirkmenên Mûsil û Şengalê bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên têkoşîna azadiyê re destpê kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Konferansa ciwanên Şengalê dest pê kir

Li Digûrê ya Şengalê 3’emîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya sedan ciwanên êzidî, ereb û tirkmenên Mûsil û Şengalê bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên têkoşîna azadiyê re destpê kir. Di konferansê de ji derveyî ciwanên ereb, şervanên YBŞ û YJŞ’ê Asayîşa Êzidxanê, ciwanên Telaferê yên tirkmen jî amadebûn. Axaftina vekirina konferansê aliyê yek ji fermandarê YBŞ’ê Xemgîn Şengalî ve hate kirin. “Xemgîn Şengalî konferans li Rêber Apo û hemû ciwanên Şengalê pîroz kir û wiha berdewam kir: “Di serî de şehîd Cîlo û Vejîn, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîrtinin. Hêvî dikin ev konferans bibe wesîleya serkeftin û tifaqa ciwanên Êzidî. Ciwanên Êzidî barê parastina civakê girtiye ser milê xwe. Ciwanên me divê pêşengiyê ji têkoşîna dijî êriş, dagirkerî û pîlanên qirêj re bikin. Em weke ciwanên Rêber Apo û şopdarên şehîd Zekî û şehîd Zerdeşt in. Pîlanên dijmin ên tunekirina civakê û ji navbirina ciwanan heye. Lê ciwanên me serhildêr û berxwedêrin. Ew dizanin eger ciwan têk bibin dê