Komeleya Wêjekarên Kurd “Atolyeya Wêjeyê” bi dawî kir

Komeleya Wêjekarên Kurd, bi bo dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” li avahiya xwe ya li navçeya Rezan a Amedê şahiyek li dar xist.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Komeleya Wêjekarên Kurd “Atolyeya Wêjeyê” bi dawî kir

Komeleya Wêjekarên Kurd, bi bo dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” li avahiya xwe ya li navçeya Rezan a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi klamên xwe beşdarvan mest kirin. Şahiya ku bi stranan dest pê kir, bi xwendina helbestan berdewam kir. Gelek nivîskar û wêjehezên kurd di şahiyê de amade bûn.

Di şahiyê de Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray xêrhatin û spasiya beşdarên “Atolyeya Wêjeyê” û şahiyê kir.

Şahî, bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû.