Koç: Dewlet li dijî kurdan şerê hîbrîtê dimeşîne
Berdevka Têkiliyên Derve ya KNKê Nîlufer Koç anî ziman ku di çareseriyê de Tevgera Azadiyê stratejîk tev digere, lê dewleta Tirk li dijî kurdan taktîk tev digere û got: “Dewleta Tirk li dijî kurdan şerê hîbrît dimeşîne. Di aliyê çareseriyê de hîn biryar nedaye. Kurd stratejîk, lê dewleta tirk taktîk nêzî pêvajoyê dibe.”

Nilûfer Koç anî ziman ku gerîla got ‘Eger şert pêk bên û azadiya Rêber Apo pêk bê em amade ne ku bên. Lê ne yasa ji bo statuya Rêber Apo hatin derxistin, ne jî gavên din hatin avêtin.”
Çar roj şûnde salek di ser merasima çekşewitandinê ya 11ê Tîrmehê re derbas dibe. PKKê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê di navbera 5-7ê Gulana 2025an de 12emîn Kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de biryara xwe fexiskirinê da. Biryar da ku şerê çekdarî bi dawî bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga Newroza 2013an de jî dîsa bang kiribû û gotibû êdî dema çekan bi dawî dibe. Divê li Rojhilata Navîn li şûna şer û bikaranîna çekan, lazime aştî û diyalog pêş bikeve. Di banga 27ê Sibata 2025an de jî diyar kiribû ku ji bo derbasbûna demeke dîrokî ya nû, pêwistî bi qonaxa “Aştî û Civaka Demokratîk” heye. Gotibû PKKê bi awayekî cewherî temenê xwe xwe qedand. Bi vê têkoşînê hebûna kurd hat qebûlkirin û êdî ji bo civaka demokratîk, dema siyaseta demokratîk hiqûqa demokratîk e. Xwest êdî hebûn bi hiqûqa demokratîk bê parastin. Di 19ê Hezîranê de dîsa bang kir û xwest êdî tevgera azadiyê dawî li şerê çekdarî bîne. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 30 endamên PKKê ku Hevseroka KCKê Besê Hozat pêşengiya komê dikir, bi merasimeke dîrokî û heybet di 11ê Tîrmeha 2025an de li pêş çavê sedan rojnameger û sedan siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan merasima şewitandina çekan li dar xist. Çapemeniya cîhanê ev merasima dîrokî ya li Silêmaniyê derxistin manşetên xwe û wekî deqeya dawî parve kirin. Bi rojan û hefteyan li ser vê çalakiyê nûçe hatin çêkin û niqaş hatin kirin.
Ji bo pêşketina paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk, PKKê hemû bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî bersivand û gavên dîrokî avêt. Lê ji wê demê heta niha li rûxmê Serokê MHPê Devlet Bahçelî got ‘Divê Mafê Hêviyê bê naskirin’, ‘Çûk bi baskekî nafire’ û gotinên Serokê Meclisa Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş ên ji bo çareseriyê û amadekirina zagonan jî, heta niha ji aliyê dewlet û hikûmetê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Têkildarî pêvajoya salekê Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç pirsên me bersivand.
Tevgera Azadiyê di salekê de gelek gavên şênber avêt. Lê heta niha dewletê gavên şênber neavêtine. Hûn vê bi çi ve girê didin?
Qonaxek ku hatiye destpêkirin aliyê kurd bi awayekî stratejîk vê digire dest. Aliyê kurd ji bo stratejiya wê pêk bê, baweriyê dide aliyê dewleta tirk. Ji bo vê yekê jî aliyê kurdan gavên şênber davêje. Lê aliyê dewleta tirk salek e gavên şênber neavêtine. Ev du caran e, her carê mehekê tecrîdê li ser Rêber Apo pêş dixe. Hîn dewletê ji bo gav avêtinê û çareseriya demokratîk a ji bo Tirkiyeyê biryar nedaye. Sal û nîvek e di nêzikatiya dewletê de diyar dibe ku taktîk nêzî meseleyê dibe. Hêzên ku sala par wekî çavdêr tev li merasima şewitandina çekan bûn û nûnerên dewletan jî eleqeyeke mezin nêzî pêvajoya çareseriyê dan. Eleqeyeke mezin a çavdêran û hêzên dewletan a ji bo meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê eleqeyeke mezin heye. Lê Tirkiye naxwaze tu hêz (ne ji hundir û ne jî ji derve) beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ev dide diyarkirin ku dewlet çiqas samîmî ye an na. Aliyê gelê kurd bi gavên avêtin, samîmîyeta xwe ya li hemberî pêvajoye diyar kir. Herî dawî sala par çek şewitandin. Şewitandin bi xwe peyamek e. Dibêje ez êdî van çekan bikar naînim. Dikaribûn binax kiribûna an jî bişkandina. Gotin ‘Eger pirsgirêk bê çareserkirin, em amade ne ku nema çekan bikar bînin’ û çek şewitandin.
Piştî gerîlla çek şewitandin şertên wan û daxwaza wan hebûn. Ev daxwaza wan çiqas pêk hat. Yên pêk nehatin çibûn?
Daxwaza gerîla piştî çekşewitandinê ew bû ku azadiya Rêber Apo bê mîsogerkirin, ji bo pênasekirin û hebûna gelê kurd yasa bêne derxistin. Got eger şert pêk bên û azadiya Rêber Apo pêk bê em amade ne ku bên. Lê ne yasa ji bo statuya Rêber Apo hatin derxistin, ne jî gavên din hatin avêtin. Muzakerevanê aliyekî Rêber Apo ye. Ji ber ku ev pêvajo di navbera dewletê û Rêber Apo de tê meşandin. Lê dewlet yek alî nêzîk dibe. Ji ber ku ji Adarê heta niha 2 caran tecrîd pêş xistiye. Her carê mehekê ne şande, ne malbat û ne jî parêzer nekarine biçin Îmraliyê. Yanî dewletê şertê gerîla qebûl nekiriye. Ne statuya Rêber Apo û ne jî hebûna kurdan bi awayekî yasayî qebûl kiriye. Di destûra bingehîn de gaveke şênber neavêtiye. Yanî daxwaza gerîlla pêk neanîye.
Ji bo gerîla tev li siyaseta demokratîk bibe divê zagon bên avakirin. Di van şert û mercan de rêya siyaeta demokratîk çiqas vekiriye. Kurd çiqas dikarin serbest siyasetê bikin?
Dewlet bi giştî, hem aliyê Erdogan û hem jî aliyê Bahçelî, car carina dibêjin. Wekî ku di navbera wan de nakokî hene. Lê ne wisa ye. Di sal û nîvekê de hev temam dikin. Ji ber guhertinên li Rojhilata Navîn ên dikarin tesîrê li Tirkiyeyê bikin, ji ber ku diyare hêzên kurevî çawa Îran, Iraq û Sûriye dîzayn kirin, pêwistiye Amerîka bi guhertin û dîzaynkirina Tirkiyeyê jî heye. Belkî ne wekî Iraq û Sûriye bi hêza leşkerî be, lê pêwistî bi guhertina Tirkiyeyê jî heye. Tirkiye ji 2017an ve dewleteke pir navêndî ye. Ev ne li gorî berjewendiyên Amerîka ye. Tirkiye mecbûre xwe biguherîne. Niha li Enqereyê lûtkeya NATO pêk tê. Beriya wê, rayedarên AKPê çend roj in daxuyaniyan didin. Lê yên daxuyaniyan didin navê wan nediyar e. Peyam hene, lê nav tune ye. Peyamên şilo (şolî) didin. Diyar e Erdogan beriya civîna NATO dixwaze peyamekê bide Traump. Dixwaze bibêje ‘Tirkiye ji bo hemû daxwazên we pêk bîne amade ye.’ Dixwaze bibêje ‘Tirkiye dê meseleya navxweyî yekî meseleya kurd di nava xwe de çareser bike. lê niha gelek siyasetmedar û hevşaredar girtî ne. Gelek siyasetmedar û hevşaredar di zindanên Tirkiyeyê de ne. Heta vana neyên berdan, dewlet nikare baweriyê bide gel. Ji bo ku aliyê kurd tev li siyasetê bibe, di vî alî de jî tu guhertin çênebûye. Niha bi hezaran siyasetmedar li dervê welat in. Vanê li derve tev ji Bakurê Kurdistanê ne. Ji bo kurd li ser navê xwe tev li siyasetê bibe hîn gav nehatine avêtin. Hîn rîskê ku siyasetmedarên serbest biaxivin rastî ceza bên jî heye. Hîn rîska girtinê nehatiye rakirin.
Armanca şewitandina çekan ew bû ku gerîla karibin tev li siyaseta demokratîk bibin. Lê heta niha di aliyê zagonî de gav nehatiye avêtin. Neavêtina gavên zagonî û hiqûqî xizmeta kê dike, xizmeta çi dike?
Çapemeniya wan ku girêdayî desthilatdarê ye, ji sibê heta êvarî agahiyên şolî û berovajî belav dikin. Li dijî kurdan şerekî hîbrîd dimeşînin. Siberojê eger tiştek bê rojeva meclisê jî, dixwazin li gorî daxwaza dewletê be.
Dewlet naxwaze gavan baje. An jî dibêjin dê di 24ê Tîrmehê de yasayekê derxin. Lê ew yasa çiye û derkeve an dernekeve ne diyar e. Tirkiye wekî dewlet li Rojhilata Navîn bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû ye. Ji bo karibe li derve bêhna xwe bide û bistîne û derfetan ava bike, kurdan mijûl dike. Çapemeniya wan ku girêdayî desthilatdarê ji sibê heta êvarî agahiyên şolî û berovajî belav dikin. Li dijî kurdan şerekî hîbrîd dimeşînin. Siberojê eger tiştek bê rojeva meclisê jî, dixwazin li gorî daxwaza dewletê be. Di vir de hedef ew e ku kurdan û tevgera kurdan bînin beramberî hev. Dewletê hîn biryar nedaye ku kurdan qebûl bike an qebûl neke. Ji ber ku biryareke siyasî nedaye, nikare yasayan jî derxe. Eger îradeya siyasî ne zelal be, yasa jî dernakevin. Meseleya kurdan ji derxistina yasayan zêdetir vîneke siyasî û biryareke siyasî pêwist e. Ev jî niha di rojevê de tune ye.
Nêzîkatî û helwesta dewleta tirk a li hemberî pêvajoyê çiye? Li dijî kurdan polîtîkayên çawa pêş dixe?
Ji bo helwesta dewleta tirk bêtir bê famkirin, xaleke ku mirov lê zêde bike, piştî şerê li Sûriye û Îranê rû dan, wê demê pozîsyona dewleta tirk a li hemberî kurdan zelal bû. Ji bo kurd û hêzên navdewletî di meseleya Îranê de negêjin hev, dewleta tirk, bi taybet Erdogan hemû derfetên xwe bikar anî û Tramp îkna kir ku kurd bêdeng bimînin di meseleya Îranê de. Ji ber ku kurd bi rêxistinkirîne û têkevin tevgerê dikarin encamekê bigirin. Ji ber vê yekê pêşî girt ku kurd bi hevkariya hêzên navdewletî nekevin nava pêvajoya Îranê Ji ber ku kurdan dikaribû sûd bigirtana. Beriya wê dîsa di meha çile de li Sûriyeyê şerekî bi HTŞê re rû da. Dema HTŞê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin, ev bi destê Artêşa Tirk pêk hat. Çawa Îsraîlê ji bo ewlekariya xwe xwest başûrê Sûriyeyê bê valakirin, Tirkiye jî bi israr xwest ku Bakurê Sûriyeyê an jî Rojavayê Kurdistanê teslîmî Şera bikin. Xwestin şerekî di navbera kurdan û Ereban de bidin destpêkirin. Tirkiye jî di vê mijarê de serkêşî kir.
Di vê pêvajoyê de kê winda kir û kê qezenc kir?
Eger li Bakur qonaxeke muzakere û niqaşan hebe jî, ji meseleya Rojava xuya dike ku Tirkiye hîn kurdan qebûl nake. Divê ev helwesta Tirkiye bê destnîşankirin. Lê gavên ku Rêber Apo avêtine û tevgera kurd jî lê xwedî derket û pêk anî, di vir de kurdan winda nekir. Qezenca kurdan heye û zerara wan tune ye. Herî kêm gelê me dikare bi aramî Newroz û cejnên xwe pîroz bike. Dikare çalakiyên siyasî pêk Bîne. Ya herî girîng jî şerê germ û leşkerî zêdeyî salekê ye rawestiya ye. Ev ji bo kurdan qezenc in. Niha ji bo kurdan derfet heye ku bêtir xwe bi rêxistin bike û sazî û dezgehên xwe hem ava bike û hem jî bêtir xurt bike. Derfet heye ku kurd ji bo pêngaveke nû bêtir xwe komî hev bike û xwe bi her awayî ava bike Di vî milî de qezencê kurdan heye. Lê qezencê dewleta tirk jî hebû. Dibe ku êrîşek dijwar a li ser kurdan kêm bûye. Lê li aliyê din, AKP ji bo desthilatdariya xwe bi taybet berdewam bike, êrîşî muxalefeta Tirkiyeyê kirin. Divê hêzên pêşverû yên Tirkiyeyê li dijî van êrîşan derkevin. Divê hêzên pêşverû li kurdan derkevin û îtîfaqê navbera kurd û tirkan xurt bikin. Ev îtîfaq dê bi tevahiya Tirkiyeyê bide qezenckirin.
Ji bo me ji gotinan zêdetir encamên gotinan girîng in. Em niha nizanin ku rewşa Rêber Apo çiye. Tecrîda li ser Îmraliyê rabûye an ranebûye em nizanin.
Serokê Meclisa Tirkiyeyê bê destûr û agahiya Erdogan naaxive. Serokê Meclisê gotinên xweş dibêje, lê ji bo me encam girîng e. Encama ku em dibînin em nizanin niha rewşa Rêber Apo çiye. Em nizanin ku tecrîda li ser Îmraliyê rabûye an ranebûye. Hem agahiya me tune ye û hem jî raya gişTî nehatiye agahdarkirin. Rêber Apo Sermuzakerevan e. Lê dema Nûman Kurtulmuş diaxive wekî berdevkê pêvajoyê diaxieve. Lê dengê muxatabê gelê kurd nayê bihîstin. Mademkî pêvajo ber bi çareseriyê ve diçe û wisa destnîşan dikin, wê demê divê deriyê Îmraliyê vekin. Divê statuya Rêber Apo bînin meclisê û wir niqaş bikin. Ew serokê meclisê ye, dikare biryaran derxe. Lê li şûna bike temeniyan dike. Lê bêtir meclis bi taybetî yên AKPê li gotinên Erdogan guhdar dikin. Em dibînin ku gotinên Bahçelî û Kurtulmuş, ne meseleyê çareser dikin û ne jî gavan didin avêtin. Em dibînin ku bêtir gotinên Erdogan li pêş in. Divê berî her tiştî gelê kurd di zagonên bêne meclisê de agahdar be. Ki van zagonan amade dike ne diyar e. Niha meseleyek pir şolî heye. Gotinên ku têne gotin, nakevin pratîkê. Kurd dixwazin êdî hin tiştan bi çavê xwe bibînin.
Ji po pêşxistina pêvajoyê divê kurd çi bikin?
Meş û mîtîngên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatin. Divê ev zêdetir bibin. Divê civak bêtir zindî û bi tevger be. Li Katalanê jî ji ber civak hişyar bû. Her tim meşiyan û têkoşîna xwe zindî hiştin. Vê yekê pêvajo bi leztir kir. Bi taybet çalakiyên li bakurê Kurdistanê têne kirin, divê ev çalakî li aliyê Tirkiyeyê jî zêdetir van mîtîngan çêkin. Divê xebat ne tenê di asta konferans, komxebat û civînan de be. Ev dem, dema şeqama ye ku gel derkeve û daxwazên xwe bîne ziman.
Di aliyê dîplomasiyê de kurd çi dikin û divê çi bikin?
Di aliyê dîplomasiyê de jî ji bo qonax pêş bikeve statuya siyasî ya Rêber Apo girîng e. Divê meşrûtiyeta statuyê têkeve çarçoveyeke yasayî. Di aliyê dîplomasiyê de hem di nava Konseya Ewropa de hem jî di nava saziyên Yekitiya Ewropayê de em xebatê dikin. Em dan û standinên xwe di nava rayedarên siyasî û welatên ewropa de vê meseleyê dikin rojev. Em dibêjin eger pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser bibe, dê xizmeta hemû welatên cîran (Îran, Sûrî û Iraqê û derve bike. Tirkiye li van sê welatan li dijî kurdan pozîsyoneke neyînî dilîze. Eger karibe meseleyê li Tirkiyeyê çareser bike, wê demê dê pozîsyona dewleta tirk bê guhertin. Çareseriya pirsgirêka kurd dê bibe alîkar ku Rojhilata Navîn bêtir aram bibe. Di aliyê dîplomasiyê de eleqeya gelek kesan heye ku êdî l Rojhilata Navîn hinek aramîbûn pêş bikeve. Di aliyê dîplomasiyê de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meseleya esasî ye. Ji bo vê yekê têkoşina hiqûqî girîng e. Ji bo ve yekê jî divê Mafê Hêviyê bê mîsogerkirin. Divê Mafê Hêviyê dîsa têkeve rojeva Wezîran.
Dîsa divê îtîfaq di aliyê siyasî be avakirin. Dîsa divê li Bakurê Kurdistanê partiya kurdan siyaseta xwe ya navdewletî pêş bixe. Tirkiye di meseleyên gelek belge îmze kirine. Di vir de gelê me yê li Ewropa û tevahiya gelê kurd dikare roleke sereke bilîze.


