KCK: PDK bûye sponsorê sûcên dewleta tirk
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di derbarê êrişa dewleta tirk a li dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û bi tundî êrişê şermezar kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di derbarê êrişa dewleta tirk a li dijî Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û bi tundî êrişê şermezar kir. KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê wê bertek û bersivên pêwîst nîşanî dewletên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar bidin.
Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de wiha hat gotin: “Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de em di qonaxeke dîrokî ya girîng re derbas dibin. Faşîzma AKP-MHP’ê di şerê qirkirinê de ya ku bi hemû derfet û îmkanên xwe ve li dijî tevgera me, hêzên welatparêz û gelê me daye destpêkirin de, hatiye sînorê hilweşandinê. Ji ber helwesta Rêber Apo ya ku li Îmraliyê berxwedaneke dîrokî nîşan da û fedaîtiya gerîla ya ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî her cure çekan li ber xwe dide, dewleta Tirk ketiye nav têkçûna giran. Rejîma Erdogan ku ketiye bin têkçûn û bêhêvîtiyê, dibe ku serî li her cure provokasyonan bide. Erdogan faşîst dixwest faşîzm li her derê serwer be û pêvajoya teslîmstendina civakê temam bibe. Di Newrozê de bi berxwedana jin û ciwanên Kurd vî hesabî Erdogan pûç bû û mirazê wî qirika wî de maye. Ev rejîma faşîst gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe û wê gelê me di 14’ê Gulanê de derba dawîn li faşîzmê bide.
Rejîma Erdogan a ku di nav hilweşandin û bêçaretiyê de ye, dibe ku her cure provokasyonan bike. Ji xeynî wê, êdî nikare tu girseyan li dora xwe kom bike. Tevgera me dizane ku Erdoganê faşîst ji bo li ser desthilatdariyê bimîne amade ye her cure sûcên neteweyî û navneteweyî bike û tevgera me biryara xwe ya bêçalaktiyê ya ku ji ber erdhejê ragihandibû heta hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kir. Tevî vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, Başûr, Şengal û tevahiya Kurdistanê zêdetir dike.”
PDK dibe sponsorê êrîşan
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di daxuyaniyê de der barê êrîşên dewleta tirk ên piştî biyara bêçalakiyê û der barê hevkariya PDK’ê de wihadibêje: “Bi biryara tevgera me ya bêçalaktiyê û planên wê hatin xistin, Komara tirk vê carê bi hevkarê xwe PDK’ê re, Başûrê Kurdistanê ji bo armancên terorîstî bi kar tîne, herêmên gelê me yên li Başurê bi kar tîne dike hedef û êrîş dike. Dewleta tirk her ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan veguheriye çete û rêxistineke terorîst a navneteweyî, her roja ku diçe ji bo aramiya herêmê dibe xetere. Komara Tirkiyeyê ji bo rêyekê ji vê êrîşkariya xwe ya terorîst re bibîne, her dem hêzên hevkar ji xwe re dibîne. Ev hêz li Efrînê Ehrar El Şam, li Kobanê DAIŞ, li Girê Sipî û Serêkaniyê OSO, li Şengal û Başurê Kurdistanê jî PDK ye. Di vê qonaxê de PDK li ser navê hikûmeta Başûr bûye amûra sereke ya êrîşên terorîstên Tirk ên li ser çar parçeyên Kurdistanê. PDK di raya giştî ya Kurdistanê de û di nav hikumeta Başûrê Kurdistanê de tenê maye û bûye sponsorê sûcên terorîzma dewleta tirk. Me weke tevger di pêvajoya hatina dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê, avakirina baregehên leşkerî û şehîdk


