KCK: Hûseyîn Arasan bi hevkariya MÎT-Parastinê hate qetilkirin
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê got, “Di 9’ê hezîranê de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê kedkarê gelê me û têkoşîna me Huseyîn Arasan bi plana hevpar a rêxistina terorê dijminê kurdan...

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê got, “Di 9’ê hezîranê de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê kedkarê gelê me û têkoşîna me Huseyîn Arasan bi plana hevpar a rêxistina terorê dijminê kurdan MÎT-Parastin hate qetilkirin.”
Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku li bajarê Silêmaniyeyê ji aliyê welatparêz û şoreşgerên ji bakurê Kurdistanê yên ji zilm û zordariya dewleta tirk rizgar bûne û li bajarên cuda yên başûrê Kurdistanê dijiyan ve hat avakirin, ev demeke dirêj e bi gefeke sîstematîk re rû bi rû ne. Hikumet û hêzên ewlekariya herêmê yên ku ji parastina van welatparêzên ku di riya azadiya gelê kurd de berdêl dane û ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine cezakirin, mixabin heta îro jî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne.”
Di daxuyaniya ku hate gotin, “Bi taybetî saziyên weke Parastin û hwd. yên girêdayî PDK’ê di pozisyona rêxistinkirin û rêvebirina sereke de yên komkujiyên bi vî rengî ne” û ev xal hatin destnîşan kirin, “Bajarê Hewlêrbûye stargeha biewle ji bo hemû kujerên kurdan. Hemû kujerên ku li bajarên din kuştinan dikin, bêhna xwe li Hewlêrê digirin. Heta niha tu kujerê ku reviyaye Hewlêrê nehatiye girtin. Ev rewş jî bi tena serê xwe rola PDK’ê ya di komkujiyan de derdixe holê. Dijminatiya herî dijwar a li kurdbûna azad û welatparêziya Kurdistanê ji aliyê PDK’ê û sîxur-hevkarên wê ve tê kirin. Ev xayinên ku ji aliyê KDP’ê ve bi sazî tên organîzekirin û dikin xizmeta MÎT’ê, gelê me yê bi rûmet û kedkarên gelê me dikin hedef û şehîd dikin. Derfeta MÎT’ê bi tena serê xwe nîn e ku sîxuran li başûrê Kurdistanê bi rêxistin bike. Her wiha aşkera ye ku bêyî alîkariya PDK-Parastin nikare gavekê jî bavêje. PDK’ê ne tenê şexsan ji bo MÎT’ê weke sîxur bi rêxistin dike, carinan malbatan jî dike xizmeta MÎT’ê. Amadekariya tevgera me a li hemberî kes û malbatên wisa heye û agahiya me jî heye û dê tedbîrên pêwîst bêne girtin. Navenda duyemîn a di komkujiyên terorîst ên li dijî gelê me tê bikaranîn, rêxistina Eniya Tirkmen a


