KCK: Heta têkbirina komployê em berxwedanê mezin bikin
Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê de destpêkê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin hatin bîranîn ku ji bo pêşîgirtina li komployê bedena xwe dan ber agir û hêzên komploger hatin...

Di daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê de destpêkê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin hatin bîranîn ku ji bo pêşîgirtina li komployê bedena xwe dan ber agir û hêzên komploger hatin şermezarkirin.
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê sîstema tecrîda giran a li Îmraliyê jî nirxand û diyar kir ku ya li Îmraliyê tê bicihanîn sîstemeke qirkirinê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke gelê Kurd, dost, hevrê û milîtanên vî gelî; divê em baş fêhm bikin ku Rêbertî li hemberî sîstema qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê, li hemberî sîstema darbestê û rewşa dîlgirtinê bîst û çar sal in, bi şev û roj çawa li ber xwe dide, di nava berxwedaneke çawa de ye. Divê em van hewldanên xwe mezintir bikin, kûrtir bikin."
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Êrîşa qirkirinê û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, bîst û çar sal tijî kir û dikeve sala bîst û pêncan. Em wan hêzên komploger hemûyan ên ku komplo plan kirin, serkêşî jê re kirin û tê de cih girtin, careke din bi hêrseke mezin şermezar dikin.
Em Rêber Apo yê ku bîst û çar sal in di nava şert û mercên darbestê yê Îmraliyê de dîl tê girtin û berxwedana wî ya dîrokî silav dikin. Em şehîdên xwe yên fedaî, ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ji bo pêşî li armanca metirsîdar a komploya navneteweyî bigirin bedena xwe dan ber agir, di şexsê hevrê Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Viyan Caf, Ûmût Acar, Zulkuf Gezer, Zehra Saglam, Veysî Taş û Mehmet Akar de bi bîr tînin. Em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
Rêber Apo xwe kir îradeyeke berxwedanê
Êrîşa komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê êrîşeke qirkirinê ya sed salî ye ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd hatiye kirin. Êrîşeke qirkirinê ye ku bi tepisandina raperîna Şêx Seîd hate destpêkirin û bi îmhakirian Rêber Apo xwestin temam bikin. Armanca destpêkê ya vê êrîşê li gel îmhakirina Rêber Apo belavkirina tevgera PKK'ê ji nava xwe ve, bêpêşenghiştina gelê Kurd, qirkirin û tunekirina gelê Kurd bû. Bi helwesta berxwedêr a Rêber Apo, tevgerê û gelê me yê welatparêz re, ev armanca destpêkê ya komployê pêk nehat. Ji ber ku ev armanca destpêkê pêk nehat, heman hêzên komploger vê carê xwestin Rêber Apo li darbesta Îmraliyê ya ku hucre jê re tê gotin mehkûm bikin û heta dawiya emrê xwe di binê êşkenceyê de bihêlin. Bi gotina 'Ji xwe wê rojekê nikaribe îdare bike û teslîm bibe' timî di nava bendewariyekê de man. Halbûkî rewşa Rêber Apo bû hêmaneke welê ku bandorê li paşeroja gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn dike. Di têkiliyên Kurd-Tirk de hêman diyarker e. Rêber Apo li gorî vê berpirsyariya xwe, li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê veguherî îradeyeke berxwedanê ya her timî. Ji ber ku nefesa Rêber Apo bi xwe jî ji bo Kurdan weke sedema man û nemanê tê dîtin. Rêber Apo bi vê berpirsyariya dîrokî nêzîk bû, rêbazeke nû ya berxwedanê afirand ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Di nava şert û mercên darbestê yên Îmraliyê de di şexsê xwe de şoreşeke mejî û fikrî


