Karayilan: Şerekî mezin heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan beşdarî radyoya Dengê Gel bû û bal kişand ser şerê li herêma Metînayê.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Karayilan: Şerekî mezin heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan beşdarî radyoya Dengê Gel bû û bal kişand ser şerê li herêma Metînayê. Karayilan anî ziman ku artêşa Tirk li qadên ku gerîla lê nîne, bi cih bûye û PDK û dewleta Iraqê pêşî li vê vekiriye. Karayilan anî ziman ku hewl didin qadên gerîla bên dorpêçkirin.

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk li rêya di navbera Bamernê û Kanîmasiyê nasnameyan kontrol dike û got: “Nêçîrvan Barzanî jî ji wir derbas bibe, wê nasnameya wî jî bipirsin.”

‘Dewlet di dagirkirinê de zahmetiyên mezin dijî’

Karayilan ewil bal kişand ser cerdevanên ku li dijî gelê xwe çek hilgirtine û wiha got: “Mijara cerdevanan, yên xiyanetê dikin, yên alîkariyê didin dijmin an jî yên çeka dijmin radikin, ne meseleya bangewaziyê ye; ez vê yekê dizanim. Ev mijareke dîrokî ye. Ev birîn ji bo gelê Kurd birîneke reş e, ku heta niha derman jê re nehatiye dîtin. Ji bo vê jî gelê Kurd hê jî dîlgirtiye û di bin pergala koletiyê de dijî. Min bang li wan kir ku qet nebe neyên Başûrê Kurdistanê. Eşkere ye ku dewleta Tirk di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de zehmetiyeke mezin dijî. Ji ber vê yekê dixwaze leşkerên ji bo wî şer bike bibîne. Hem dixwaze li Tirkiyeyê leşkeriya bi pere pêş bixe û bigihêje vê armancê, hem jî dixwaze li Bakur û Başûr Kurdan li dijî hev bide şerkirin. Di vê çarçoveyê de, li gorî agahiyên ku me nû girtine; Ji Bedlîs, Mêrdîn, Çewlik, Sêrt, Dersim- bi qasî ku dizanim li Dersimê pir cerdevan nîne- Mûş, Colemêrg û Şirnexê cerdevanan tînin. Niha 1500 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê. Lewma van rojan plan dikin ku hejmara xwe heta 1500'î temam bikin. Yên ku anîne Başûr wê li Metîna, Avaşîn û Zapê bi cih bikin û bixin nava şer. Gelek ji wan jî xizmetê ji wan re dikin, yanî dixebitin. Cih wan çêdikin, çeperên wan çêdikin û yên ji hêstiran fam dikin av û erzaqê bi hêstiran ji wan re tînin; Yanî ew xulam in. Welatên wan tê dagirkirin û ew xizmeta dagirkeran dikin. Ewqas ketîbûn gelek xirab e. Dijminek tê û welatê te dagir dike, tu jî jê