Jinan li Helebê pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin
Pêngava navneteweyî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi çalakiyen cuda didome.

Pêngava navneteweyî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi çalakiyen cuda didome. Di çarçoveya pêngavê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwendinê pirtûk û perspektîfên Abdullah Ocalan dixwînin. Meclîsa Şehîd Şîlan Kobanê ya Kongra Star a bajarê Helebê jî beriya çend rojan li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya gelek jin dest bi xwedina parêznameyan kir.
Jinên beşdarî komên xwendinê dibin, endamên komîn û meclisên Kongra Star in ku niha parêznameya 5`an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk dixwînin. 25 jinên Kurd û Ereb beşdarî vê komê bûne. Jin, herî zêde rêbazên naskirina rastiya têgehan nîqaş dikin.
Endama meclîsê Meys Şaşo ku beşdarî komê bûye got, "Me gelek sûd ji xwendina pirtûkê û nîqaşên xwe girtiye. Em hewl didin cewher û wateya rastîn a têgehan fêm bikin. Bi nîqaşkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên têgehên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk, êdî di diyardeya naskirina rastiyê de bêtir zana bûm. Armanca sereke ya lidar xistina van çalakiyan, naskirina projeya Rêveberiya Xweser û rêbazên praktîkkirina wê di nava civakê de ye û çawa wê projeyê ragihînin gelên bindest."


