Ji heman malbatê 4 kes di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dan
Li Êlihê, saet di nîvê şevê de li qada qantarê qezaya trafîqê pêk hat. Li gorî agahiyên hatin wergertin, qamyona genim lê bar kirî ji kontrolê derket, wergeriya û agir pê ket.

Li Êlihê, saet di nîvê şevê de li qada qantarê qezaya trafîqê pêk hat. Li gorî agahiyên hatin wergertin, qamyona genim lê bar kirî ji kontrolê derket, wergeriya û agir pê ket. Ji heman malbatê Alî Ozgur, Sedat Ozgur, Gokhan Ozgur û Mehmet Ozgur ên li pişt qemyonê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyên bi navê Veysî Ozgur û Orhan Ozgur ên ji heman malbatê jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.


