Ji bo sotemeniya zivistanî 7 hezar kart belav kirin

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 15’ê Gulanê dest bi belavkirina mazotê zivistanî ya ji bo germkirinê kiriye.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Ji bo sotemeniya zivistanî 7 hezar kart belav kirin

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 15’ê Gulanê dest bi belavkirina mazotê zivistanî ya ji bo germkirinê kiriye. Rêveberiyê ji bo her malbatekê 300 lître bi buhayê 7 sentan ji bo her lîtreyekê diyar kiriye. Mazot bi rêya “Kartên malbatê” yên ku malbatan sala par wergirtine û ji aliyê Gerînendeya Sotemeniyê ve tên aktîfkirin, tê belavkirin.

Li gorî komîteyên belavkirinê, li bajarn Furat û Sûsê yên kantona Dêrazorê heta niha 7 hezar kartên elektronîk ên ji bo belavkirina mazota germkirinê li malbatan hatin aktîfkirin.