Ji bo rojnameger Orûç biryara berdanê hat dayîn

Rojnameger Mehmet Şah Orûç, di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 25’ê nîsanê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin û der...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Ji bo rojnameger Orûç biryara berdanê hat dayîn

Rojnameger Mehmet Şah Orûç, di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 25’ê nîsanê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin û der barê wî de doz hatibû vekirin.

Duyemîn danişîna doza Orûç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê der barê Orûç de biryara berdanê da.

Li bendê ye ku Orûç piştî 6 mehan ji girtîhê bê berdan.