Ji bo meşa Gemlikê bi sedan kes li parka Koşuyolu kom bûn
Bi sedan kesên di navde Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar, hevserokên bajar û navçeyên Amedê û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet...

Bi sedan kesên di navde Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Uçar, hevserokên bajar û navçeyên Amedê û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî heye, bi boneya tev li Meşa Azadiyê ya Gemlikê bibin, li pêş avahiya HEDEP’ê ya Ofîsê kom bûn û heta Parka Koşuyolu meşiyan. Tê payîn ku koma li Parka Koşuyolu kom bûye piştî daxuyaniyê bimeşin Gemlikê.


